Qasim Suleymanî operasyonên hêzên Îranê li Iraq û Sûriyê bi rê ve dibe

Cîgirê Fermandariya Giştî ya artêşa Îranê Ehmed Riza Pordestan tekez kir, feyleqa Qudis ya supaya Pasdaran bi serokatiya general Qasim Suleymanî operasyonên hêzên Îranê li Iraq û Sûriyê bi rê ve dibe.

21 Cotmeh 2017 - 11:22
21 Cotmeh 2017 - 11:22
 0
Qasim Suleymanî operasyonên hêzên Îranê li Iraq û Sûriyê bi rê ve dibe

Pordestan dibêje: “Hêza Şêwirmendiyê ya ser bi supaya Pasdarên Îranê ve li Sûriyê di jêr fermana feyleqa Qudis bi serokatiya Qasim Suleymanî û bi hevahengî ligel wî kar dikin.”

Herwiha dibêje: “Heşda Şeibî ya Iraqê û hêzên Berevaniya Niştimanî li Sûriyê, ji bo bihêzkirina artêşên Iraq û Sûriyê hatine birêxistin.”