Ragehandinek ji serokê Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîravan Barzanî, ew hêrişa mûşekî ya ku şeva burî hatîye kirin bo ser balyozxane ya Emerîkayê li bajarê Bexdayê şermezar kir.
Malpera serokatîy Herêmê ragehandinek belav kirîye, ev jî deqa wê ragehandinê ye:
Ew hêrişa mûşekî şermezar dikîn, ewa şeva burî balyozxane ya Emerîkayê li Bexda kirîye armanc. Ev kiryarên hanê metirsîyên rasteqîne li ser rewş, akincî û berjewendîyên Îraqê durist dike. dûbarebûn û berdewamîya wan jî, encamên xirab bo ser welat dê hebin.
Paraztian asayîşa balyozxane û şanderên dîplomasî, erkê alîyên berpirse û nabe rê bihêt dan yasa û rêsayên nêvdewletî bihên bipîkirin û dîplomatkar û şanderên dîplomat bibin armanc. Tekez dikîn ku nabe Îraqê bibe qada yekalî kirina milmilanê ya hêzên Herêmî û nêvdewletî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê