Rayedarê YNKê: Em amade ne ligel PDKê bicivin û pirsgirêkan çareser bikin

Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman ragihand, YNK amade ye ligel PDKê bicive û pirsgirêkan li ser maseya gotûbêjan çareser bike. Herwiha got: “Berjewendiyên Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku pêwendiyên YNK û PDKê baş bin.

21 Çile 2023 - 12:12
21 Çile 2023 - 12:12
 0
Rayedarê YNKê: Em amade ne ligel PDKê bicivin û pirsgirêkan çareser bikin

Endama Serkirdatiya YNKê Bilêse Cebar Ferman ji K24ê re ragihand; “YNK û PDK du partiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê ne û yek ji wan bêyî ya din nikare Herêmê birêve bibe, hikûmetê ava bike û Herêma Kurdistanê biparêze, divê ev yek ji her kesî re zelal be.”

Got jî: "Pêwîst e YNK û PDK zanibin ku bêyî hev, birêvebirina Herêma Kurdistanê gelekî zehmet e. bêguman divê medya jî rola wê di aramkirina rewşê de hebe.”

Derbarê asayîkirina pêwendiyên di navbera PDK û YNKê û encamdana civîna dualî de, wê endama Serkirdayetiya YNKê got: “Berjewendiyên Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi pêwendiyên baş di navbera YNK û PDKê de heye, ji ber wê jî em amade ne ligel PDKê bicivin.”