Şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê dike

– Biryar e îro şandeke hikûmeta Iraqê seredana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên hikûmeta herêma kurdistanê kombibe.

12 Tîrmeh 2017 - 06:02
12 Tîrmeh 2017 - 06:02
 0
Şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê dike

Ligorî ajansa Nuçeyan a Rudaw'ê ;Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, ji Rûdawê re ragihand, ku şanda Iraqê ji çend wezîr û berpirsên hikûmeta Iraqê pêktê û dê li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din yên hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bibin.

Di heman demê de, Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê Asim Cîhad jî, ji Rûdawê re ragihand, ku dê Wezîrê Petrola Iraqê Cebar Liêbî jî di nava şandê de be û pirsên enerjî û petrolê li gel berpirsên Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Piştî ku Herêma Kurdistanê biryara encamdana giştpirsiyê bo cudabûna li gel Iraqê wergirt, ev dibe yekemîn seredana fermî ya berpirsên Iraqê.

Tê çaverêkirin ku di vê seredanê de, pirsa avê, petrol û wizeyê dibine rojevên serekî yên van civîn û hevdîtinan.