Saziya Keşnasiyê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde da
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê germahî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji roja yekşemê û şûnde 6 heta 8 pileyan ji germahiya asayî ya demsalê zêdetir be.
Li gor daxuyaniya saziyê dê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê germahî wiha be:
Amed: 43-44 pile
Dîlok: 39-43 pile
Riha: 41-45 pile
Êlih: 43-45 pile
Semsûr: 39-44 pile
Şirnex: 39-40 pile
Colemêrg: 34-37 pile
Mûş: 38-39 pile
Dêrsim: 40-41 pile
Saziya Keşnasiyê ji ber germahiya zêde bang li welatiyên bi temen, zarok û kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene kir.
Saziyê diyar kir ku dema welatî nava rojê di navbera demjimêr 11.00 û 16.00an de derdikevin derve baldar bin û tedbîrên xwe wergirin.