Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îraqê civiyan

Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê rewşa Iraqê, şerê li dijî terorîstan û hevahengî û karên hevbeş ên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê gotûbêj dikin.

18 Mijdar 2023 - 15:02
18 Mijdar 2023 - 15:02
 0
Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îraqê civiyan

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Mijdarê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îraqê Sabit Mihemed Seîd Ebbasî kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa Iraqê, şerê li dijî terorîstan, hevahengî û karên hevbeş ên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê gotûbêj kirin.