Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir

Serok Barzanî û li Balyozê Almanya metirsiyên egera encamdana operasyoneke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin

21 Hezîran 2022 - 09:42
21 Hezîran 2022 - 09:42
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger û şanda pê re kir û di hevdîtinê de metirsiyên egera encamdana operasyoneke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û derencamên wê hatin guftûgokirin.

Di civîna Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Almanya li Iraqê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di wê hevdîtinê de, metirsiyên egera encamdana operasyoneke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û derencamên wê hatin guftûgokirin.

Her wiha di civînê de tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê hate kirin.

Rewşa Şingalê û koçberên Şingalê mijareke din a civîna Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Almanya li Iraqê bû.