Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û Nûnerên Komele û Rêxistina Kurdên Feylî kir

Serok Mesûd Barzanî li Selehedînê pêşwaziya hejmarek kesayetî û Nûnerên Komele û Rêxistina Kurdên Feylî kir.

4 Mijdar 2024 - 07:18
4 Mijdar 2024 - 07:18
 0
Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û Nûnerên Komele û Rêxistina Kurdên Feylî kir

Di hevdîtinê de şanda mêvan bi kurtî behsa pirsgirêk û giriftariyên xwe û bêparbûna hejmareke zêde ya kurdên Feylî ji maf û nasname û azarên xwe û encama siyaseta şovenîst bo Serok Barzanî kirin ku li ser destê rêjîma berê ya Iraqê ya li dijî kurdên Feylî hatiye kirin û heta îro jî beşek ji van pirsgirêkan her berdewame. Herwaha spasiya Serok Barzanî kirin, ku hertim berevaniya mafên kurdên Feylî kiriye ji wan pirsgirêk û astengiyên ku bi wan re hene û hertim parêzvanê vegerandin û bidestveanîna mafên wan bûye.

Herwaha Serok Barzanî bixêrhatina nûnerên rêxistin û komeleyên kurdên Feylî kir û pêzanînên xwe ji bo helwestên wan ragehand, ku kurdên Feylî sembola fedakarî û kurdperweriyê ne û mînaka diyar a vê zilma ku li dijî kurdan hatine encamdanin.

Herwaha tekez kiriye ku kurdên Feylî ji ber nasnameya neteweyîya xwe rastî zilm û derbederî û awarehiyê bûne. Serok Barzanî dûpat jî kir ku ji bo piştgîrîkirin û aramkirina hemû maf û daxwazên Kurdên Feylî çi ji destê wan tê dê bike.