Serok Barzanî serê sala nû ya Koçî li Misilmanan pîroz dike

Serok Barzanî serê sala nû ya Koçî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike û daxwaza rehetî û xweşiyê ji bo hemiyan dike.

26 Hezîran 2025 - 14:48
26 Hezîran 2025 - 14:48
 0
Serok Barzanî serê sala nû ya Koçî li Misilmanan pîroz dike

Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi minasibeta hatina Yekê Muheremê, serê sala nû ya Koçî, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku, hatina sala nû ya Koçî bibe sedema rehetî û xweşiyê ji bo hemiyan û aştî û tenahî bi ser devera me û tevahiya mirovahiyê de bên.

Her di xêr û xweşiyan de bin

 Mesûd Barzanî

1ê Muherema 1447ê Koç