Serok Barzanî û Ammar Hekîm rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî ya Iraqê Emmar El-Hekîm kir.

29 Cotmeh 2024 - 12:44
29 Cotmeh 2024 - 12:44
 0
Serok Barzanî û Ammar Hekîm rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Di destpêka hevdîtinê de, Ammar El-Hekîm bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li 20ê Cotmehê, pîrozbayî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û bi destkefteke girîng binav kir.

Her di vê hevdîtinê de, du aliyan gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî yên navçeyê û pêwîstiya parastina aramiyê li Iraqê kirin.