Serok Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tehranê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Sibatê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Siyasî Mecîd Textrewançî û şanda pê re kir.

17 Sibat 2025 - 14:13
17 Sibat 2025 - 14:13
 0
Serok Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tehranê gotûbêj dikin

Di hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hate kirin û tekez li ser pêşxistin û berdewamiya wan peywendiyan li ser bingeheke hevbeş di hemû waran de hate kirin.

Rewşa siyasî ya Iraqê û guhertin û kêşeyên navçeyê bi giştî, mijarên din ên hevdîtinê bûn.