Serok Barzanî û Nûrî Malikî civiyan
Berî demekê Serok Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî û çend serkirdeyên din ên Iraqê re civiya.
Destpêkê Nûrî Malikî bi germî pêşwaziya Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî û şanda li gel wan kir, piştî wê serkirdeyên Îtîlafê jî pêşwazî li Serok Barzanî kirin, di civînê de Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî jî beşdar bû.
Îro Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî re civiya bû.
Îro Pênşemê Serok Mesûd Barzanî ji bo serdaneke fermî geheşte paytexta Iraqê Bexdayê û armanca serdana Serok Barzanî jî çareser kirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ne.