Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Brett McGurk re dicive

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Berpirsê Hevahengiyê yê Koça Spî ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê re dicive.

1 Adar 2024 - 04:03
1 Adar 2024 - 04:03
 0
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Brett McGurk re dicive

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Pêncşem, 29.02.2024) bi Berpirsê Hevahengiyê yê Koça Spî ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk re civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan danûstandin li ser dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û berdewamîdana bi peywendiyên dualî kirin.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên pêkhatan hevnerîn bûn.