Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Reşîd Sindî dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata fermandarê dêrîn ê Pêşmerge Reşîd Sindî kir.

12 Sibat 2024 - 09:33
12 Sibat 2024 - 09:33
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Reşîd Sindî dike

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Bi xemgînî û xemeke mezin, nûçeya koça dawî ya fermandar û têkoşerê me yê naskirî yê Kurdistanê xwedêjêrazî Reşîd Sindî gihîşte min. Em sersaxiyê ji malbata xwedêjêraz û xizmên wî re dixwazin, ji Xwedayên mezin daxwazkar in ku giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide xizm û hevrêyên wî.”

Reşîd Sindî Fermandarê Pêşmerge yê her du şoreşên Îlon û Gulanê, îro 12ê Sibata 2024an li Zaxoyê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir.