Serokê Herêma Kurdistanê: Em ji dawî pêşhatên siyasî li Iraqê nîgeran in
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand, ew ji rewşa siyasî ya Iraqê nîgeran in.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku parlementerên bizava Sedir ya Iraqê bi fermana Muqetda Sedir dest ji parlementeriyê berdan, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, em bi nîgeranî li dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê dinêrin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha gotiye, ew hêvîdar in ti aloziyek dernekeve û parlementoya Iraqê nûnertiya hemû Iraqiyan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê bang li aliyên Kurdistanê jî kiriye li hember vê rewşê hevgirtî û yekrêz bin.