Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Serokê PSKyê Bayram Bozyel ra şand
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel ra şand
Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê PSKyê(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) Rêzdar Bayram Bozyel ra şand:
Rêzdar Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê PSKyê
Serokê Rêzdar
Di pêvaojeke ku miletê me û welatê me di rojên zehmet û hesas da derbas dibin, PSKyê Kongreya xwe ya 3em li dar xist û cenabê we jî wek Serokê Giştî yê PSKyê hat hilbijartin.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, ji ber hilbijartina Serokatîya PSKyê cenabê we û Meclîsa Partîya we ya ku nû hatîye hilbijartin pîroz dikim.
Di wê bawerîyê de me ku, ji bo hevkarî û tifaqeke berfireh ya netewî û demokratîk emê bi hev ra gavên pêwîst bavêjin. Bi vê bawerîyê, serkeftinê ji cenabê we ra û ji Meclîsa Partîyê ya nû ra dixwazim.
Li gel rêz û silavên xwe
01.11.2022
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê