Sibe PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin
Biryar e sibe Şemiyê herdu dezgehên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê civîna xwe ya dawî encam bidin.
Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar ji Kurdistan24ê re ragihand, biryar e sibe dezgehên hilbijartinê yên YNK û PDKê ligel dezgehên hilbijartinê yên Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Dadgerî ya Kurdistanê bicivin.
Ziyad Cebar destnîşan kir ku civîn li ser hemwara yasaya hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê ye.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) herwiha eşkere kir, dezgehên hilbijartinê yên YNK û PDK bi tenê nacivin, dê ligeş aliyên din ên siyasî bicivin.