Şırnex- Bi hinceta PKKyê 7 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta “endamtiya PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

19 Îlon 2023 - 06:31
19 Îlon 2023 - 06:31
 0
Şırnex- Bi hinceta PKKyê 7 kes hatin desteserkirin

Parêzgariya Şirnexê ragihand, “Tîmên Rêveberiya Ewlehiya ya Şirnexê di navbera 11-17 Îlonê de li hemberî PKKyê operasyon kirin.”

Di “operasyonê” de bi hinceta “alîkarî û endamtiya PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Şirnexê.

Piştî karên wergirtina îfadeyan, 3 kes bi biryara dadgehê hatin girtin û lêpirsîna 4 kesan jî berdewam dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.