Îsmaîl Beşîkcî serdana PDK-Îyê kir

Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî serdana Defterê Siyasî ya Partî Demokratî Kurdistan - Îran (PDK-Î) kir û di civînê de li gel Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mistefa Hîcrî civiya.

19 Berfanbar 2016 - 07:11
19 Berfanbar 2016 - 07:11
 0
Îsmaîl Beşîkcî serdana PDK-Îyê kir

Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê Civaknasê Tirk Dr. Îsmaîl Beşîkçî roja şemiyê bi Îbrahîm Gurbuz ê Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî re çûn serdana Deftera Siyasî ya PDK-Îyê û li gel şandeke PDK-Î ya di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê wê partiyê Mistefa Hîcrî de civiya.

Hat diyar kirin ku di civînê de rewşa Kurdan û Rojhilata Navîn û cîhanê hat axaftin û balkişandin ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalogê.

Hat hîn bûn ku di civînê de behsa girtina parlamenterên HDPê û şerê navbera PKKê û dewleta Tirk jî hat kirin.