PKKyê xwe fesix kir, DEM Partî dicive

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesix kir û DEM Partî dê îro civînekê bike.

12 Gulan 2025 - 11:36
12 Gulan 2025 - 11:36
 0
PKKyê xwe fesix kir, DEM Partî dicive

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKyê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKyê tên kirin hemû bi dawî kirin.

DEM Partiyê piştî vê yekê biryar da ku Lijneya Navendî ya Birêvebiriyê li hev bicive.

DEM Partiyê ragihand ku dê civîn îro were kirin û heta vêga ti daxuyaniya plankirî nîne.