Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê salvegera referandomê pîroz dike

Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê bi helkefta duyemîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê, çalakiyekî li dar dixe.

24 Îlon 2019 - 07:26
24 Îlon 2019 - 07:26
 0
Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê salvegera referandomê pîroz dike

Li gorî agahiyên BasNewsê, Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê ku girêdayî PDKê ye, dê sibê (25 Îlonê) bi helkefta duyemîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê merasimekî li dar bixîne.

Merasim dê bi navê “Referandom, berbanga serxwebûna gelekî” were lidarxistin.

Gelê Kurdistanê roja 25 Îlona sala 2017 çû ser sindoqan û bi rêjeya %92 dengên xwe dan serxwebûna Kurdistanê.