Artêşa Sûriyê: Heleb bi temamî hat kontrolkirin

Artêşa Sûriyê kontrolkiria tevahiya bajarê Helebê ragihand.

23 Berfanbar 2016 - 07:55
23 Berfanbar 2016 - 07:55
 0
Artêşa Sûriyê: Heleb bi temamî hat kontrolkirin

ermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdarên Sûriyê îro pênşemî 22ê Kanûna 2016ê, derbarê rewşa dawîn a bajarê Helebê de daxuyaniyek da.

Fermandariya Artêşa Sûriyê di daxuyaniya xwe de, kontrolkirina tevahiya taxên bajarê Helebê bi fermî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, proseya veguhastina çekdar, birîndar û xelkê sivîl li taxên rojhilatê Helebê bi temamî dawî pê hatiye.

Artêşa Sûriyê tekez kiriye, ku niha hemû aliyê rojhilatê Helebê di bin kontrola hêzên hikûmetê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 2233 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:33:00