Asayîşa Rêveberiya Xweser li ser êrişên li Helebê daxuyaniyeke nû da

Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihand ku wan di çarçoveya mafê parastina rewa bersiva êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daye

23 Berfanbar 2025 - 11:03
23 Berfanbar 2025 - 11:03
 0
Asayîşa Rêveberiya Xweser li ser êrişên li Helebê daxuyaniyeke nû da

Di encama êrişan de jinekê canê xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlehiya Navxwe a Helebê (Asayîş) vê sibehê derbarê êrişên dawî yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ev nêzîkî 4 mehan in di bin dorpêçeke giran de ne ku ji aliyê komên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî û bi taybetî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve hatiye ferzkirin."

"Gefeke rasterast li ser ewlehiyê"

Li gorî daxuyaniyê hevwextî dorpêçê kiryarên provokatîv ên li dijî her du taxan didomin û hat gotin:

"Armanca van kiryaran ew e ku me bikişînin nava rageşiyeke çekdarî. Ev jî gefeke rasterast li ser ewlehiya herêmê ye.

Di demekê de ku hêzên me ji bo xurtkirina ewlehî û aştiyê kar dikin, ev kiryar di çarçoveya hewldanên binpêkirina agirbesta ku di navbera Hêzên Ewlehiya Navxwe û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatiye îmzekirin tên kirin."

"Me bersiva jêderên êrişan da"

Hêzên Asayîşa Helebê tohmetên ku dibêjin ew bûne sedema pevçûnên dawî red kirin û wiha berdewam kir:

"Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva jêderên êrişan da.

Tevî hewldanên me yên domdar ên ji bo aramkirina rewşê û pêşîgirtina li şer jî komên dijber ji 4 aliyan ve êrişên berfireh li dijî taxên navborî kirin.

Di encamê de rewşa ewlehiyê aloz bû."

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê dê pêbendî agirbestê bin lê eger gef li ser ewlehiya herêmê û silametiya xelkê çêbibe, ew amade ne bersivê bidin.

Her wiha hat gotin, "Em dê xebata xwe ya parastina ewlehiyê bidomînin.

Em her tim hewla çareseriyên aştiyane bi rêya diyalog û lihevhatina bi hemû aliyên pêwendîdar re dikin."

Bîlançoya şer

Komên çekdarên ên hikûmeta Şamê doh êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir.

Di encama êrişan de jinekê canê xwe ji dest da, 17 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe jî birîndar bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:05:33