Aysel Tugluk û Seydî Firat hatin binçavkirin

Alîkara Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Aysel Tugluk û alîkarê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seydî Firat hatin binçavkirin.

26 Berfanbar 2016 - 03:18
26 Berfanbar 2016 - 03:18
 0
Aysel Tugluk û Seydî Firat hatin binçavkirin

Alîkara Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Aysel Tugluk û alîkarê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seydî Firat hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyên berdest Alîkara Hevseroka HDPê Aysel Tugluk di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de li Enqereyê li mala xwe hat binçavkirin.

Tugluk li Enqereyê ji terefê tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Ewlehî ya Enqereyê ve li mala xwe hate binçavkirin. Hat ragihandin ku Aysel Tugluk piştî kontrola tendirustî birin Midûriyeta Ewlehî û ji wir jî dê bişînin Amedê.

Ev nûçe bi tevahî 1975 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:15:20