Bafil Talebanî li ser êrîşa firokexaneya Silêmaniyê: An Kurdistan an neman

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êrişa hewayî ya êvara borî ya li derdora firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.

8 Avrêl 2023 - 05:39
8 Avrêl 2023 - 05:39
 0
Bafil Talebanî li ser êrîşa firokexaneya Silêmaniyê: An Kurdistan an neman

Bafil Talebanî têkildarî êrîşa hewayî ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Talebanî têkdana aramiya Herêma Kurdistanê weke “xeta sor” bi nav kir û got, “Yan Kurdistan yan neman.”

Serokê YNK Bafil Talebanî dibêje “Em bi tundî êrîşa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê û hewldanên têkçûyî yên nokerên biyanî yên bi armanca têkbirina ewlehiya parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikin.”

Talebani di beşeke din a daxuyaniya xwe de got “Kiryarên tawankarî û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serpereştiya dezgeheke îstixbarata asayişa navxwe, ne kêm in û dîrokeke me ya dirêj bi wan re heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek gelek serttir û qehremantir in ku navûdengê wê pîs bike û jiyana xelkê wê têk bibe.”

Herwiha Talebanî ragihand ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di dema borî de ji bo parastina yekrêziyê û bidestxistina berjewendiyên bilind ên gelê sebir kirine û wiha got “Lê berdewamiya reftarên ne guncaw yên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke takekesî û xwesepandî de hemû sînor derbas kiriye.”

Talebanî amaje bi wê kê kir ku ew bi Kurdbûna xwe ser bilindin aramiya herêmê ji bo wan xeta sor e û wiha dibê “Em şanaziyê bi Kurdbûna xwe û bi Kurdayetiyê xwe dikin. Di dilê me de Kurdistan heye û em ji bo jiyana gelê xwe rûbirûyî hemû metirsiyan bûne û emê rûbirûyê wan bibin. Xerakirina aramiya herêmê û Silêmaniyê xeta sor e.”

Serokê YNKê Bafil Talebanî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got “Em ê careke din û bi dengekî bilindtir bibêjin, `Yan Kurdistan yan nema`.”

Ev nûçe bi tevahî 1102 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:56:12