Bahçelî bersiv da Besê Hozatê: Divê dilsoziya bi Îmraliyê re esas be
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bersiv da gotinên Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê HozatêBese Hozatê û got, “Divê dilsoziya bi Îmraliyê re esas be.”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di hevpeyvîneke taybet a li gel rojnameya Turkgunê de daxuyaniyên balkêş li ser rojeva siyaseta Tirkiyeyê dan.
Devlet Bahçelî diyar kir ku pêvajoya nû pêngava herî girîng a Komara Tirkiyeyê ye û bersiv da îdiayên darbeyê yên li hemberî xwe û daxuyaniyên Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Bese Hozatê.
"Keştî hatine şewitandin, tawîz nîne"
Bahçelî destnîşan kir ku pêvajoya nû ji bo Tirkiyeyê “mebûriyeteke millî û dîrokî” ye û vegera ji vê pêvajoyê ne pêkan e û wiha got:
“Di vê qonaxa ku em gihîştinê de, derbarê armanca heyî tawîz an dudiliya herî biçûk jî nînin.
Tîr ji kevanê derketiye. Keştî hatine şewitandin. Biryardariya me di asta ku nayê nîqaşkirin de ye."
Bahçelî diyar kir ku sedsala nû dê bibe sedsala "aştî û biratiyê" û tekez kir ku Tirkiye ji astengiyên xwe rizgar bûye.
"Bila devê me venekin"
Bese Hozatê 29ê Çiriya Paşîn di daxuyaniyekê de gotibû, “Em efûyê naxwazin, em siyaseta demokratîk û yasayên azadiyê dixwazin.”
Hozatê her wiha gotibû, “Metirsiyeke gelekî cidî li ser Tirkiyeyê heye. Eger dewleta Tirk gav neavêje, pirsgirêka Kurdan li ser bingeha demokratîk çareser neke, hebûn û nasnameya Kurdan nas neke paşeroja Tirkiyeyê gelekî tarî ye.”
Bahçelî bersiv da van daxuyaniyên Bese Hozatê û gotinên wê wekî “uslûbeke wêranker û li pêlî demaran dike” nirxand.
Bahçelî bi bîr anî ku Bese Hozatê 11ê Tîrmehê pêşengiya komeke PKKyê ya ji 30 kesan kiriye ku çekên xwe şewitandibûn û bal kişand ser wê yekê ku daxuyanî wê piştî serdana endamên Komîsyonê ya li Îmraliyê hatiye dayîn.
Bahçelî li hemberî gotinên Besê Hozatê yên “Kadroyên PKKyê efûyê naxwazin. Me sûc nekiriye, me têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê di bin qirkirinê de da” bertek nîşan da û got:
"Li pêşiya dîrok û wîcdanê civakê diyar e, zelal e û bi belge ye ku kîjan sûc hatine kirin.
Bila devê me venekin û bila her kes hed û sînorê xwe zanibe."
"Divê dilsoziya bi Îmraliyê re esas be"
Bahçelî îdia kir ku daxuyaniyên Besê Hozatê bi temamî li dijî banga Îmraliyê ya 27ê Sibata 2025an e û got ku ev dengên dijber ên di nav rêxistinê de "xizmeta helwestên Siyonîst-Emperyalîst" dikin.
Bahçelî tekez kir ku divê dilsoziya bi Îmraliyê re esas be û got:
“Axaftina li dijî daxuyaniya erênî ya ku hemû pêkhateyan girê dide, niyetxerabî ye.”
Nûvekirina herî dawî: 13:58:51