Balyozê Fînlendayê: Hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz bo bihêztirbûna Îraqê alîkar e

Serok Mesûd Barzanî doh li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Fînlendayê kir û di wê civînê de rewşa deverê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û xebata dijî terorê pê re nîqaş kirin.

12 Cotmeh 2026 - 10:33
12 Cotmeh 2026 - 10:33
 0
Balyozê Fînlendayê: Hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz bo bihêztirbûna Îraqê alîkar e

Serok Mesûd Barzanî doh Yekşemê, 11ê Cotmeha 2026ê, li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Fînlendayê li Îraqê Antti Putkonen kir.

Di civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser girjî, alozî û pêşveçûnên vê dawiyê li ser astê herêmî û navdewletî li hev guhartin û tekez li ser pêdivîtiya serweriya diyalogê û awayê aşitiyane bo çareserkirina arîşeyên herêmî û cîhanî hate kirin.

Di pareka dî ya wê civînê de, behsa peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal û hevahengiya navbera wan hate kirin, herwesa ronahî berda ser nehêlana asteng û dijwariyan û çareserkirina arîşeyên Îraqê di çarçoveya destûrê de û liberçavwergirtina bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê.

Gefên terorê û rolê hevpeymanan di cenga dijî terorîstan de du tewerên dî yên wê civînê bûn. Serok Barzanî spasiya rolê Fînlendayê û welatên hevpeyman di alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê û şikandina terorîstên DAÎŞê de kir.

Balyozê Fînlendayê li Îraqê jî amaje bi rolê serekî û bibandor ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di cenga terorê de da û tekez jî kir ku li cem welatê wî hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz bo bihêzrtirbûna Îraqê di dabînkirina aramî û vejandinê de alîkar e.

 

Ev nûçe bi tevahî 90 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:12:42