Baregeha Barzanî demê bixakspardin û şîna Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, sibe yekşemê, 6ê Îlona 2026an, şîn û spartina axê ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulsalam Barzanî li Barzanê birêve diçe.

5 Îlon 2026 - 10:34
5 Îlon 2026 - 10:34
 0
Baregeha Barzanî demê bixakspardin û şîna Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand

Deqa daxuyaniya Baregeha Barzanî:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Di derbarê birêveçûna merasîma veşartin û sersaxiya Xwedê jêrazî (Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî) de, em gelê xweşdivî yê Kurdistanê agahdar dikin ku merasîma veşartinê û roja yekem a sersaxiyê, roja Yekşemê 6ê Îlona 2026an li Barzan birêve diçe.

Herwiha rojên duyem û sêyem ên sersaxiya Xwedê jêrazî, rojên Duşemê 7ê Îlonê û Sêşemê 8ê Îlona 2026an li bajarokê Pîrmamê birêve diçin.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”

Serok Barzanî duh 4ê Îlonê di peyamekê de koça dawî ya birayê mezin ê malbata wan, (Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulsalam Barzanî) ragihand û diyar kir ku xwedêjêrazî neviyê rêberê nîştimanî û olî, Şêx Ebdulsalam Barzanî bû û nimûneya olperwerî, xwedêperestî, xêrxwazî û kesayetiyekî diyar û mezin ê di nav malbata wan de bû.

Baregeha Barzanî demê bixakspardin û şîniya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand

 

Ev nûçe bi tevahî 43 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:59:20