Barzanî: Eger Malikî cardin bibe serokwezîr, ezê serxwebûna Kurdistanê ragihînim!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, eger serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî cardin bibe serokwezîr ezê serxwebûnê ragihînim.

23 Çile 2017 - 04:14
23 Çile 2017 - 04:14
 0
Barzanî: Eger Malikî cardin bibe serokwezîr, ezê serxwebûna Kurdistanê ragihînim!

Serok Barzanî ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewsret re axiviye û gotiye, di dema serokwezîrtiya Nûrî Malikî de li Iraqê bi hezaran iraqî hatin tîrorkirin û belgeyên wan bûyeran jî di destê me de ne.

Barzanî her wiha gotiye, Malikî li hember gelê Kurdistanê û erebên sunnî siyaseteka mezhebî bicîh anî. Mixabin min ti carî bawer nedikir Malikî bigihîje wê asta kîn û dijminatiyê li hember kurdan.

Serokê Herêma Kurdistanê daye zanîn, eger Nûrî Malikî, ku niha cîgirê serokomarê Iraqê ye, dîsa bibe serokwezîrê Irqê “ezê serxwebûna Kurdistanê ragihînim û guh nadim ti kesî…”

Li gorî Barzanî, eger Malikî bi qasî Sedam Husên bihêz bûye dê çend caran ji Sedam xirabtir bibûya.

Barzanî ragihandiye ku Malikî xiyanet li biratî û hevkariya kurdan kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1552 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:07:32