Berdevkê Koalîsyonê: Pêşmerge û artêşa Iraqê nêzikê rêkeftinê ne!

Berdevkê hevpeymaniya li dijî DAIŞ'ê Ryan Dillon dibêje, Pêşmerge û artêşa Iraqê rêkeftinê nêzîkî dawiyê bûne.

1 Mijdar 2017 - 05:53
1 Mijdar 2017 - 05:53
 0
Berdevkê Koalîsyonê: Pêşmerge û artêşa Iraqê nêzikê rêkeftinê ne!

Berdevkê hevpeymaniya dijî DAIŞê, Ryan Dillon, ku li Bexdayê dimîne, li ser hevdîtinên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ku ev çend roj in didomin, dide zanîn ku her du alî nêzîkî rêkeftinê bûne û em'ê wan teşwîq bikin da ku bigihên rêkeftinê û agirbesta demdirêj ragihînin.

Ryan Dillon her wiha gotiye, di hemû hevdîtinan de şanda Amerîkî jî beşdar bûye û eger bê xwastin dê dîsa beşdar bibe.

Berdevkê hevpeymaniya dijî DAIŞ'ê li ser îhtimala hevkarî di navbera Amerîka û Heşda Şeibî de jî gotiye, ti hevkariyek di navbera Amerîka û Heşda Şeibî de nîne.

Ev nûçe bi tevahî 1883 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:47:30