Bêrîvan Aymaz: Serok Barzanî xwedî li doza Rojavayê Kurdistanê derket

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alîkara Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê Bêrîvan Aymazê kir.

5 Sibat 2026 - 11:05
5 Sibat 2026 - 11:05
 0
Bêrîvan Aymaz: Serok Barzanî xwedî li doza Rojavayê Kurdistanê derket

Di civînê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û kar û barên diyasporayê hatin gotûbêjkirin.

Civîn duh li navçeya Pîrmamê yê Hewlêrê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Bêrîvan Aymazê kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî anî zimên.

Spasiya helwesta Serok Barzanî kir

Bêrîvan Aymazê ji ber ku di rûdan û metirsiyên van demên dawî de xwedî li doza Kurdên Rojavayê Kurdistanê derketiye û hewlên wî yên ji bo parastina gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.

Aymazê her wiha ji bo gihandina alîkariyan û çûna bi hawara mexdûrên li Rojavayê Kurdistanê spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) kir.

Alîkara Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê hêvî kir ku Herêma Kurdistanê roj bi roj bihêztir bibe

Bêrîvan Aymazê ji ber piştgiriya wî ya ji bo kar û barên diyasporaya Kurd a li derveyî welat jî spasiya Serok Barzanî kir.

"Divê ziman û nasnameya xwe biparêzin"

Li aliyê din, Serok Barzanî di civînê de pîrozbahî li Bêrîvan Aymazê kir ku bi hewl û şiyana xwe kariye li Almanyayê bigihêje pileyeke siyasî û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serok Barzanî bal kişand ser kar û barên diyasporayê, şîret û rêkarên pêwîst ên di vê derbarê de pêşkêş kirin.

Serok Barzanî di çarçoveya vê mijarê de tekezî li ser girîngiya parastina nasname û zimanê Kurdî ya di nav Kurdên derveyî welat de kir.

Li gorî daxuyaniyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê mijarên din ên civînê bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:53:19