Berpirsên Pêşmerge û PKKê careke din dicivin

Biryare berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandarên PKKê li ser mijara aloziya li Xanesora Şingalê cara duyemîn dê bicivin.

4 Adar 2017 - 07:49
4 Adar 2017 - 07:49
 0
Berpirsên Pêşmerge û PKKê careke din dicivin

Ji bo aramkirina rewşa li Komalgeha Xanesorê ya Sinunê ya Şingalê, duh berpirsên Wezareta Pêşmerge û û fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) civiyabûn. Di civînê de biryara agirbestek 24 saetî hatibû wergirtin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmin Hewramî ragihandibû, ku fermandeyên Pêşmerge û PKKê li ser ragihandina agirbesteke 24 saetê li hev kirine.

Herwiha Hêmin Hewramî gotibû, ku sibe jî dê ji bo bi dawî anîna aloziyan çend hevdîtin di navbera fermandeyên Pêşmerge û PKKê de pêk werin.

Di 3ê Adara 2017an de li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derketibû.

Ev nûçe bi tevahî 1448 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:18:07