Bi dronê êrişî Hewlêrê kirin

Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dengê teqînekê hate bihîstin.

8 Hezîran 2022 - 17:14
8 Hezîran 2022 - 17:14
 0

Hat diyarkirin ku teqîn li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê rû daye û li gor zanyariyên destpêkê ziyanên canî çênebûne lê ziyan gihîştiye çend otomobîlan.

Berdevkê Tenduristiya Hewlêrê Bijar Mûsa ji Rûdawê re ragihand, “Ti birîndar û mirî neçûne nexweşxaneyan. Me 6 ambûlans şandin cihê bûyerê.”

Dije-Teror a Kurdistanê diyar kir ku di saet 21:35an de droneke bombebarkirî li ser rêya Pîrmam a Hewlêrê êrîş kir û 3 welatî bi sivikî birîndar bûn, her wiha xwaringehek û çend otomobîlan jî ziyan dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 772 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:10:17