Bi hezaran Kurdistanî bo Serok Barzanî meşiyan

Li bajar û navçeyên Kurdistanê bi hezaran kes jibo piştgiriya Serokê Herêma Kurdistan Mseûd Barzanî daketin kolanan.

30 Cotmeh 2017 - 04:24
30 Cotmeh 2017 - 04:24
 0
Bi hezaran Kurdistanî bo Serok Barzanî meşiyan

Piştî ku, serok Barzanî peyameke vîdyoyî belav kir, tê de red kir li ser posta serokatiya herêmê berdewam bike, bi hezaran welatiyên bajar û bajarokên herêma Kurdistanê li dijî wê biryarê rijiyan ser cadeyan.

Dûh, demijêr 8:00 êvarî bi hezaran kes ji bajarê Hewlêr, Dihok, Soran, Zaxo û çendîn deverên din ên herêma Kurdistanê li dijî biryarê û neqebûlkirina Barzanî ji posta serokatiyê rijiyan ser cadeyan.

Duh, serok Barzanî peyamek bo parlamentoya Kurdistanê rêkir û îro di civîna asayîya parlamentoyê ew peyam hate xwendin, piştî wê di peyameke vîdyoyî de Barzanî tekez kir ku, ew di posta xwe de weke serokê herêma Kurdistanê berdewam nabe û got ku, ew dê weke pêşmergeyek di nav cemawerê xwe de bergiriyê ji xaka welatê xwe re bike û destkefên Kurdistanê biparêze.

Ev nûçe bi tevahî 1178 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:37:03