Brett McGurk ligel Meclîsa Sîvîl a Reqayê li Rojava hevdîtin pêk tîne

Nûnerê Taybet yê têkoşîna li dijî DAIŞê ya Amerîkayê Brett McGurk serdana Rojava kir û ligel Meclîsa Sivîl a Reqayê dicive.

28 Hezîran 2017 - 08:18
28 Hezîran 2017 - 08:18
 0
Brett McGurk ligel Meclîsa Sîvîl a Reqayê li Rojava hevdîtin pêk tîne
Arşîv

Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê Nûnerê Taybet yê têkoşîna li dijî DAIŞê ya Amerîkayê Brett McGu serdana Rojava kiriye û ligel Meclîsa Sivîl a Reqayê di civînê de ye. Herwiha li gor zanyariyan ku tê çaverêkirin McGurk ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bicive û pirsa pêşketinên di operasyona kontrolkirina Reqayê yek ji mijarên serek ên civînê bin.

Ev serdana McGurk piştî wê yekê tê ku HSDê û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di 6 vê mehê de dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiribû.

Nûnerê Taybet yê têkoşîna li dijî DAIŞê ya Amerîkayê Brett McGurk meha borî jî serdana Kobanê kiribû û ligel fermandarên YPGê civiyabû.

Ev nûçe bi tevahî 1751 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:36:26