Cebar Yawer: Hemahengî û alîkarî di navbera Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman de berdewam e!

Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê radigehîn ku çekdarên DAIŞê li Iraqê hebûna wan bi dawî nebûye û naha jî metirsiya wan li ser herêma Kurdistanê û Iraqê heye.

6 Gulan 2018 - 05:19
6 Gulan 2018 - 05:19
 0
Cebar Yawer: Hemahengî û alîkarî di navbera Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman de berdewam e!

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêşmerge bi piştevaniya hêzên hevpeyman ve şerê dijî DAIŞê berdewam dike.’’

Cebar Yawer got: ‘’Çend grubên DAIŞê di çend navçeyeke Iraqê de hîn mane û li gel paşmayên din ên grubên terorîstî hev girtine û hîn metirsiya wan li ser herêma Kurdistanê û Iraqê heye.’’

Demeke çekdarên DAIŞê di navbera sê parêzgehên Selahedîn, Diyala û Kerkûkê de tevgera wan zêde bûye û li gor gotinên Cebar Yawer ew rêxistinên terorîst tenê wekî xelafet li bajaran bi dawî hatiye.

Ev nûçe bi tevahî 1305 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:16:36