Çekdarên ASAyê dîsa li Efrînê li ser dizî û talanê bihev ketin

Hat ragihandin ku dîsa li bajarê Efrînê çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li ser dîzî û talanê bi hev ketin û artêşa Tirkiyeyê ew ji hev veqetandine.

29 Gulan 2018 - 02:51
29 Gulan 2018 - 02:51
 0
Çekdarên ASAyê dîsa li Efrînê li ser dizî û talanê bihev ketin

Komeleya Mafê Mirov a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şeva borî şer û pevçûn di navbera çekdarên ASAyê yen grûba Hemze û grûbekê ser bi Lîwaya Muhtesim li meydana Kawa ya bajarê Efrînê derket.

Li gor komeleyê, şer û pevçûn li ser destdanîna maleke bajarê Efrînê bû, artêşa Tirkiyeyê bi wesayîtên zirxpoş destêwerdana şer kiriye û şer rewastandiye.

Herwiha duhî li ser rêya Efrîn û Şera Fermandarê Lîwaya Meşel Temo Ebû Meryem El-Heskawî rastî hewleke kuştinê hat, lê li gor zanyariyan ew ji wê hewla kuştinê rizgar bû. Ev ne cara yekem e şer û pevçûn di navbera grûbên çekdar ên li Efrînê de derdikeve. Hefteya borî jî şer di navbera wan grûban de derketibû û hejmarek ji çekdarên her du aliyan birîndar bibûn.

Ev nûçe bi tevahî 1213 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:37:45