Çekdarên ser bi Tirkiyê li Cindirêsê du welatî revandin

Çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê li Cindirês a Efrîn a Rojavayê Kurdistanê du welatî revandin

1 Cotmeh 2022 - 11:25
1 Cotmeh 2022 - 11:25
 0
Çekdarên ser bi Tirkiyê li Cindirêsê du welatî revandin

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, roja 28ê Îlonê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ji navçeya Cindirêsê Saleh El-Ehmed Casim ê 41 salî, bi tometa rêvebirina komînê di serdema Rêveberiya Xweser de û Telal Ebdulrehman Mûsa yê 31 salî ji gundê Qirbê, bi tometa ku di serdema Rêveberiya Xweser de erka xweparastinê pêk aniye hatin girtin.

Heman çavkaniyê da zanîn, ew her du welatî ber bi cihekî ne diyar ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Her li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, roja 27ê Îlonê jî çekdarên Feyleq El-Şam a girêdayî Tirkiyê êrîşî welatiyên gundê Burc Heyder ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê kiribûn û Mehmûd Salih Hindî û Ehmed Jamu Hemo girtibûn û piştî lêdan û îşkenceyê piştî du demjmêran hatibûn berdan

Ev nûçe bi tevahî 805 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:49:25