Çekdarên Heşda Şeibî ji tirsa Pêşmerge ji eniya şer direvin

Hat zanîn ku gelek çekdarên Heşda Şeibî yên ku dixwastin êrişî Kerkûkê bikin, ji tirsa hêzên Pêşmerge ji eniya şer reviyane.

15 Cotmeh 2017 - 06:00
15 Cotmeh 2017 - 06:00
 0
Çekdarên Heşda Şeibî ji tirsa Pêşmerge ji eniya şer direvin

Heşda Şeibî ya Iraqê şeva borî heta saet 02:00 qaşo oltîmatom dabû hêzên Pêşmerge ku ji Kerkûkê vekişin û gefa wê yekê xwaribû ku eger venekişin dê êrişî Kerkûkê bikin.

Li gorî agahiyan, dema oltîmatomê xilas bû lê çekdarên Heşda Şeibî li şûna ku êrişî Pêşmerge û Kerkûkê bikin, paşde reviyan.

Fermandeyên Pêşmerge dane zanîn ku hejmarek mezin ji çekdarên Heşda Şeibî ji tirsa Pêşmerge reviyane û nexwastine şer bikin, her ku diçe hejmara wan çekdaran jî zêde dibe.

Şeva borî ji bilî bi dehan hezar pêşmerge, bi hezaran welatiyên Kerkûk û Xurmatû bi awayekî xwebexş çekên xwe hilgirtibûn û li kêleka Pêşmerge amade bûn parastina xaka xwe bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1432 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:44:39