Çekdarên opozîsyona Sûriyê li Babê 40 welatiyên kurd revandin!

Hat gotin ku 40 welatiyên kurd yên bajarê Babê yê Sûriyê ji aliyê çekdarên opozîsyonê yên alîgirên Tirkiyê ve hatine revandin.

24 Berfanbar 2017 - 05:16
24 Berfanbar 2017 - 05:16
 0
Çekdarên opozîsyona Sûriyê li Babê 40 welatiyên kurd revandin!

Encumena serbazî ya bajarê Babê, ku nêzîkî YPGê ye, ragihandiye, şeva borî çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê êrişî çend gundên kurdan yên derdora bajarê Babê kirine.

Li gorî agahiyên encumena serbazî ya Babê, wan çekdaran 40 welatiyên kurd yên gundên Til Betal, Cidûd, Qesabîn û Qar Kelbîn revandin.

Ev nûçe bi tevahî 1446 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:53:36