Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Licê hat kuştin

Li navçeya Licê ya Amedê Cîgirê Serokê Şaxê Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

1 Tîrmeh 2017 - 03:08
1 Tîrmeh 2017 - 03:08
 0
Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Licê hat kuştin

Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Licê Orhan Mercan duh bi şev seat 23.30 li ber mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat û birîndar bû.

Piştî êrişê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Orhan Mercan bi ambulance birin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê lê tevî midexaleyên bijîşkî Mercan ji mirinê xilas nebû.

Orhan Mercan 34 salî bû û bavê 4 zarokan bû.

Hêzên ewlekariyê piştî bûyerê li navçeyê dest bi operasyonê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 2036 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:18:39