Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka: Her kes li Amerîka piştrast e ku hevpeymaniya bi Pêşmerge re gelek girîng e
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka li Wîlayeta Connecticut, Scott Bates ragihand, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê roleke wê ya mezin di rûbirûbûna terorê û jinabirina DAIŞê de hebû û ev hêz pêwîstiya wê bi hevkarî û piştevaniya zêdetir heye.

Di salvegera bûyerên 11ê Îlonê yên Amerîka de, Scott Bates ji K24 re axivî û got: “Niha Amerîka parastî ye. Amerîka bi berawirde bi salên destpêkê yên vê hezarê re û berî êrîşên 11ê Îlonê re, guhartinên mezin bi ser de hatiye.”
Scott Bates got jî: “Niha bi milyonan Amerîkî bi hesteke xemgîn, qurbaniyên vê bîranînê bi bîr tînin.”
Derbarê çarenivîsa terorê de, vî berpirsê Amerîkî got: “Em nikarin terorê ji rîşeyên wê ve rabikêşin, lê belê hevpeymaniyeke me ya navdewletî ji California heta Koryaya Başûr û Kurdistanê heye û me xwe ji aliyê leşkerî, siyasî û ewlehiyê vex we rêkxistiye û pêngavên baş avêtine.”
Destnîşan kir jî ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê rûbirûyî metirstirîn rêxistina terorê bûye û bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karî DAIŞê bişikîne.”
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka derbarê Pêşmerge de got: “Her kesek li Amerîka dizane ku hevpeymaniya ligel Pêşmerge çendî giring e ji bo têkşikandina DAIŞê û rûbirûbûna terorê li navçeyê.”
Nûvekirina herî dawî: 01:07:05