Ciwanên Şoreşger li Qamişlo êrîşî avahiya WHO kir

Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîşî navenda Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û avahiya Neteweyên Yekbûyî kir.

20 Cotmeh 2022 - 04:51
20 Cotmeh 2022 - 04:51
 0
Ciwanên Şoreşger li Qamişlo êrîşî avahiya WHO kir

Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand, Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û avahiya Neteweyên Yekbûyî kir.

Hat zanîn ku îro nêzîkî 50 kes ji Tevgera Ciwanên Şoreşger bi molotofan êrîşî avahiya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û hejmareke avahiyên din ên girêdayî Neteweyên Yekbûyî yên li bajarê Qamişloyê kirine.

Ev nûçe bi tevahî 491 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:20:26