BEDÊLA SOZÊ -2

Axirê me xwe gihand gund. Gund di newala çiya de li deştekê bû. Nizanim çima lê gundî bi hatina me gelek keyfxweş nebûbûn. Tiştekî gelek hêsan nebû ku mirov yek bi yek bizane bê ka li herêma Şikakê kîjan gund ê kîjan eşîrê ye û ew eşîr kesên çawan in. Ji ber ku her eşîrek bi tena serê xwe serpêhatiyek bû.

Yekta Uzunoğlu

16.07.2021, Cum | 11:12

BEDÊLA SOZÊ -2
Nêrîn Belav bike

Di dawiya dawî de me odeya tenduristiyê ya di dema Şah de hatiye çêkirin dît. Odeyek bû ku di qata yekemîn a avahiyekî de hatibû çêkirin. Lê deriyê odeyê girtî bû. Dema min nifteya derî xwest, kesekî ku belaya serê gund bû diyar kir ku ew ode aydê dewletê ye û dê nifteyê nede me. Dema ku digot dê nehêle tu kes xwe nêzî malê dewletê bike, min nedixwest bawer bikim ku ez van gotinan bi Kurdî dibihîzim. Ji ber perasûya min a şikestî, min jixwe bi zorî bêhn distand. Kesê li hemberî min jî ev êş û azar di rûyê min de dîtibû lewma jî dest bi “xweşmêriyê” kiribû.

Bi hatina me re zilamên li gund jî hêdî hêdî li dora me kom bûn. Her ku ew kom dibûn ew kesê serkê belayê jî bêhtir dibû “mêr” û diket hewayê parastina malê dewletê. Dem dema biryardayînê bû. Yan dê me serê xwe şor kiribûya û ji gund derketibûna yan jî diviya bû me şerekî çekdarî dabûya ber çavan û alavên di odeya tenduristiyê de bi xwe re biribûna. Min di demên piştre de ji Pêşmergeyan bihîst ku ji wî gundî gelek kes ji bo miayeneyê hatine cem min û min ew derman kirine. Pêşmergeyên li derdora min jî ji bo pevçûnekî gengaz amade nebûn. Axire hemû jî mirovên vê herêmê bûn û tişta ku min bikira her wiha dê ji bo wan jî bûbûya nîşaneyek. Çavê her kesî li min bû. Lê ez di nava êşê de digeviziyam û min bi zorî bêhn distand. Bi qasî ji min hat, min xwe da hev û derketim qata yekemîn a malê. Bersivik bû û di wê bersivikê de jî deriye odeyê hebû. Dema em di carekî de derketin bersivikê, gundî li jêra me man. Anku min êdî li jêr li wan dinihêrt. Min li wir cara dawî bang li wî belayê gund kir: “Tu miftê nadî?” Wî jî li jêr bersiva min da: “ Na ez nadim. Ew malê dewletê ye.” Di wê kêliyê de min berê xwe da deriyê odeyê û çend fîşekên xedareyê (kalaşnîkof) lê reşandin. Derî di kêliyê de vebû û ez di dest de xedare li pişt xwe vegeriyam û min bangî Pêşmergeyan kir: “Dê hadê werin van dermanan bibin.” Min ji bêtêlvanî re jî got: “Gazî Pêşmergeyên din bikin.” Bi gotina min re Pêşmergeyên min demildest xwe ji wir xelas kirin û ketin nava tevgerê. Wî belayê gund çawa ku dît Pêşmerge li ser bêtêlê hêza teqwiye dixwazin, xedare di dest min de ji reşandinê re amade me û Pêşmergeyan jî rahiştine çekên xwe, li serbelayê gund vegeriya û got: “Hûn çi dikin bikin.” Hewayê wî mîna pivildankekî fisiya bû û tevî mirovên xwe bi gavên lez ji wir çûn…

Di odeyê de cihekî dermankirina nexweşan, dolaba dermanan, lavaboyeke seyar a destşûştinê ya jeng nagire, çend tiştên wekî wê û gelek cîhazên kevnare hebûn ku ji bo miayeneyê pêwîst bûn. Di wan şert û mercan de ew alav jî mîna diyariyekî nedhat dîtin bûn. Dema Pêşmergeyan ode vala kirîn û li hêstiran bar dikirin, di wê kêliyê de gundiyan jî li jora gund em temaşe dikirin. Demek piştre çend gundî piştî erêkirina belayê gund bi çend hêstiran hatin cem me û xwestin alîkariyê bidin. Bi saya alîkariya wan me karê barkirinê zû qedand û berê dewarên xwe dan rê. Lê du Pêşmerge ji ber îxtîmala ku êrîşek çêbibe, berîpişt li hespên xwe siwar bûn û li dawiya karwanê me dihatin. Em di nava vê amadekariyê de ji gund derketin… Rojek piştre êdî cihekî rasteqîn ê dermankirina nexweşan a “Miayenexaneya min, odeya emeliyatxaneya min” hebû û êdî lûkseke min ê wisa çêbûbû ku piştî tedawîkirin an jî pansumankirina her nexweşekî min di lavaboya seyar de ku me li pêrgîngehê hiştibû destên xwe dişûştin.

Li hêlekî Pêşmergeyên nexweş û birîndar û li hêla din jî gundiyên ku pêl bi pêl dihatin, kirin ku dermanên bingehîn anku koma antîbiyotîkan, morfium û valium di nava hefteyekî de xelas bibin…

Di nava wan şert û mercan de xeyala bo pisporê anesteziye, cîhazê anesteziyê yan jî madeyên din ên anesteziye xewnek wisa bû ku mirov ti carî nedikariya xwe bigihijînê.

Bûyerek heye ku tevî hemû hewldanên min jî min bi ti awayî nekarî ji bîra xwe bibim. Fîşekek li tiliya şehdê ya Pêşmergeyekî ketibû û xwîna wî nedisekinî. Lê diviyabû xwîna wî bihata sekinandin. Ji ber êşa di laşê xwe de qêriyên wî diçûn ber asîmanan. Min cihê ku tiliya wî jê qut bûbû bi lastîkekê ve girê da, derziya 50 miligram morfium û 10 miligram valiumu jî li şahdemara wî da. Piştre jî ji bo anîna baporê min ciwanek şand. (Bi xaza şilavî dixebite, tê pompekirin û di dema zaroktiya me de hema hema di mala her bajariyekî de hebû…) Li rexekî ji xwendekaran yek jê baporê pompe dike û li rexa din jî ez kêra di destê xwe de li ser agirê baporê heta ku sor dibe germ dikim. Min kêr didanî ser birîna tiliya ku xwîn jê diçû û dişidand (tevî rehan) da ku bikarim xwînê bidim sekinandin. Ew kêr gelek caran hat sorkirin û li birînê hat şikandin heta ku me karî wê xwînê bidin sekinandin. Hêj niha jî dema ew bêhna ji ber raçînkan jê dihat ku hewa mirov ji ber nedihat tê bîra min, dibêjî qey wê kêliyê ji nû ve dijîm… Benê dirûnê û derziya dirûtinê xelas bûbûn û tekane rê ew bû ku raçînk bên sohtin da ku xwîn bisekine. Ez bijîşk bûm û neçar bûm ku birîndarê li ber destê xwe derman bikim. Kesek ne li wî bayî bû bê ka derman û cîhazên min hene yan na. Ez bijîşk bûm û dê min derman bikira…

Beriya ku Sanar biçe eniyeke din, min hema hema her şev jê re digot ku pêwîstiya me bi derman, cîhaz û alavên tibbî hene. Lê ma dê çi ji destê wî bihata?

Pirsgirêka nebûna dermanan min hewl dida bi çend nexweşan re jî parve bikim. Min got qey min fêm dikin û jê re digot: “Binêr ez bijîşk im û dixwazim we derman bikim lê derman nînin!”

Rojekî ber bi dawiya danê nîvro ve ciwanekî bejin bilind ku derdora 25 salî bû kete odeya min a miayeneyê. Bêguman xwendekar û Pêşmergeyên ku li ber derî nobed digirtin teqez niha ew kes nas dikirin. Naxwe dev ji ketina hundir berde, nedihiştin kesekî wiha yê bi bejn û bala xwe ve pir talûke xuya dikir nêzî binkeya tenduristiyê jî bibe. Min li zilam nihêrî û wekî ji her nexweşî dikim min ev pirs jê kir: “Çi nexweşiya te heye, kîjan devera te diêşe?” Ew jî li min vegeriya û wiha got: “Bijîşkê min ê delal gelo ez dikarim li ser kursî rûnim?” Kêm kes li ser kursî rûdiniştin, bi taybet jî li wê eywana biçûk û vêca di devî re tije… Bi aram bû, min mereq kir. Min got; “Rûn e.” Got; “Bijîşkê min ê delal, ez xulamê te me.” Çawa ev peyv got ez ketim navberê û min bersiva xwe ya her gavê da; “Na, li vir ti kes xulam nîne.” Lê zilam di xulamtiyê de bi israr bû! “Binêrin, hûn ji bo alîkariya bi nexweşên me yên bêçare re ta ji Ewropayê hatine vir. Ji êşên me re dibî derman. Ez jî dixwazim tiştekî bikim lê ditirsim.” Dema min pirsa; “Tu çima ditirsî?” jê kir jî wiha bersiv da: “Ger bizanin ku min alîkarî daye we, dibe ku min têxin hefsê yan jî min bikujin.” Mafdar bû. Ji ber ku di wê serdemê de bi rastî jî carna me nedikariya baweriya xwe bidin hinek Pêşmergeyan jî. Hinek jê hebûn ku refên me diterikandin û tev li refên aliyê din dibûn. Ji ber ku em bêhêz bûn. Tenê Fermandar Sanarê Mamedî ku nexweş bû û ez ku ji ber nexweşiya wî neçar dimam her tiştî çareser bikim… Ji bilî vê ne kesekî rêveber, ne kesekî birêxistin dike û ne jî peywirdarekî din ê partiyê. Derdora sed Pêşmergeyên me hebûn lê piştî têkçûna li Qoturê di nava belaveliyekî de bûn. Min ji wî ciwanmerdê li hemberî min disekinî pirsî: “Tu dikarî çawa alîkariyê bidî?” Dema got; “Ez dikarim her dermanekî ku hûn dixwazin ji we re bînim” ez hem heyirî mam û hem jî ketim nava şikê. Got ku li Salmasê (Di dema Şah de navê wê Şahpur bû) nasekî wî heye ku dermanfiroşe û bi şertê ku pereyê wî were dayîn dikare her cureyeke dermanan peyda bike. Got ger bawer nekin jî ew dikare yek du caran vê mijarê biceribîne. Jixwe bawer bû, kesekî dilnizm bû û îşaret û mîmîkên wî bawerî dida min… Jixwe ti şensekî min ê din jî nebû. Lê şertekî wî hebû: Ev yek dê di navbera min û wî da bimaya! Min soz da! Lê qaneh nebû! Soza namûsê xwest! Min ew soz jî da! Xwest ku bi serê zarokên xwe sond bixwim! Me her duyan jî çi hatibe bîra me, me li ser sond xwar. Ez neçar bûm û mijara behsê xeberê jî jiyana mirovên li derdora min bû. Ji bo jiyana egîdên gelê min ku di her firsendê de derdiketin operasyonê û dema destwerdan nedihat kirin jî dimirin, ez neçar bûm.

Min soz da û mijar hat ser dayîna bedel anku pere! Pere tune bû! Di heman şevê de min mijar dîsa bi Sanar re parve kir. Min got ku dikarim dermanan peyda bikim lê hewcehî bi pereyan heye. Piştî ku min bi israr ev yek anî ziman, Sanar ji mîndera xwe rabû ser pêyan, her du destên xwe xistin berîka şelê xwe, her du berîkên xwe derxistin û got: “Willehî billehî pere nînin bijîşk.” Û rast jî digot. Heta hind pereyê me jî nebû ku bedela erzaqê ku gundiyan bo me xwarin pê çê dikir jî bidin.

Di nava wê bêçaretiyê de me bi hev re çareseriyeke wiha dît. Gelek ji nexweşên dihatin ba min ji malbatên axa, beg û xanan bûn. Anku kesên dewlemend bûn û dikariyan hem pereyê dermanan bidin û hem jî yê miayeneyê. Ji van kesan dê heta astekî pereyên derman û tedawiyê bihata standin lê ji gundiyan dê ev pere nehatibûya standin. Xwendekarên ku li pêrgîngehê hatibûn peywirdarkirin baş dizanîn bê ka kî dewlemende yan jî kî gundî ye. Her kesî hev nas dikir. Bang li yek du ji wan xwendekaran hat kirin û ji dibistanên lê diman anîn odeya em lê diman. Sanar ji wan re behsê mijarê kir, tembîh kirin û di roja duyemîn de êdî li gorî wê pergalê dest bi xebatê kirin. Ji bilî du-sê rojan ez li Îranê qet li bajêr nemabûm û di mijarên dan û standinê de li Îranê qet têkiliyên min çênebûbûn. Lewma min ne dizanî nirxê tumenekî çi ye. Mînak; bi 100 tûmenan dikare çi pê were kirîn min nedizanî. Îca ji bihayê dermanan haya min qet nebû. Min nedizanî ji bo miayeneya nexweşan û bihayê dermanan dê çend pere ji nexweşan bistînim. Lê baş bû ku ew xwendekarên dibistana amadehî di demekî kin de li mijarê serwext bûn û li gel wan nexweşên dewlemend ev pirsgirêk çareser kirin. Ji ber ku li bajêr mezin bûbûn. Pereyê ku rojane me ji ber miayene û dermanan ji wan kesên dewlemend werdigirt, rojane radestî min dikirin. Piştî ku di nava yek du rojan de me hinek pere berhev kir, min jê xwest ku bangî wî ‘nexweşê’ bejin bilind bikin. Di roja duyemîn de ew kes hate ba min. Motosîklêteka sor ku rengên wê êdî jê diçûn û pir kevin a wî mêrxasê bejin bilind hebû. Min û wî ji bo anîna dermanan plansaziyek amade kir û her hûrgilî û rîskên plana xwe diyar kirin. Li gorî planê, di sersibehê de dema roj hil tê dê biçe Salmasê û dema di wan rêyên zehmet re derbas dibe ji bo ku motora wî zêde deng nederxîne, di ketinê de motora xwe dê stop bike û di virazikî de ber bi jêr ve biçe. Her şev dê biçûya derman anîbûna. Kesekî zêde biaqil û hişyar bû. Em rûniştin û me biryara xwe da. Li gorî lihevkirina me, dê min pere bidaniya bin wê ka ya di axura li cem binkeya tenduristiyê de ku tu kesekî bi kar ne di anî û ew jî dê li gorî lîsteya dermanan a ku min dixwest, di danekî şevê de beriya ku bala kesekî bikişîne dê biçûya axurê, pere bigirta û dermanên ku ji bajêr di anîn jî dê bidanîna heman cihî. Ez jî dê li wir bûma. Her tişt xweş û geş bû lê mesele di amadekirina lîsteya dermanan de dixitimî. Ji ber ku min bi Farisî nedizanî. Min nedizanî bi zimanekî ku dermanfiroş jê fêm bike binivîsinim. Navên dermanên bazirganî yên Îranê jî jixwe min hîç nedizanîn. Yek ji pirsgirêka bingehîn a di dermanan de ew bû ku her kargehê navên xwe yên bazirganî hildiberan-diafirand û bi kar di anî. Min ji bo ceribandinê, lîsteya xwe ne li gorî navên tîcarî yên li Îranê, li gorî madeyên di nava dermanan de amade kirin. Ev yek ji bo asta fêmkirina dermanfiroş a ji dermankariyê jî ezmûnek bû. Û bi vê yekê re dê diyar bûbûya bê ka tîpên Latînî dizane yan na. Dibe ku qet nezanîbûya jî. Ji ber ku li Îranê alfabeya Erebî dihat bikaranîn. Jixwe Kurdan jî heta roja me jî ev alfabe wek alfabeya nivîskî ya Kurdî bi kar di anî.

Cerebeya me ya ewil bi serkeftî bi dawî bû. Bi rastî jî dermanên ku min xwestibûn hatibûn şandin. Bi taybet jî morfium ku firotina wê di bin venihêrînê de bû, di wan rojan de bo min wek xelatekî mezin bû ku bi dest nediket. Ji ber ku beriya morfiumê mimkin nebû ku mirov birîndarekî derman bike, fîşek an jî parçeya roketê ya di raçînkê de mayî derbixîne. Li gel van dermanan, di dawiya dawî de bo min du kêrên cerahî yên ku bikarim bi kar bînim jî hatibûn şandin. Ev yek heta du mehan bi vî rengî berdewam kir. Di nava van du mehan de min hem karî Pêşmerge û gundiyên xizan derman bikim û hem jî dermanên wan bêpere bidim wan. Anku me ji dewlemend û xwedîmalan pereyeke kêm distand û dida xelkê xizan… Wî egîdê bejin bilind du mehan bi rêk û pêk hemû pêdiviyên min ên bi dermanan pêşwazî kirin. Ev pêdiviya min bi wê motora xwe ya rengên wê êdî jê diçûn, sor û xwedî motora qels bi cih anîbûn. Bi vê yekê re bû ferîşteyek ku gelek birîndar û bi sedan nexweş ji ber vê xebata wî rizgar bûn…

(dûmayîk heye)

Di wêneyê da: Yekta Uzunoglu li ser çîyayên Şikak bi Emînê Qaçax re.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1898 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:30:06
x