Dîl - 4

Ewropa weke Alma Matera demokrasiyê tê zanîn û wisa tê pêşkeşkirin. Lê kengî Kurdek bi tiştekî tê tawanbarkirin an rêxistineke Kurd tê qedexekirin, ji hinek serdestên Ewropî re li erdnîgariya wan a qaşo welatê demokrasiyê ye dibe fersend ku fetûreya hezar êş û zilmê li Kurdan were birîn.

Yekta Uzunoğlu

25.02.2019, Pts | 14:11

Dîl - 4
Nêrîn Belav bike

Di 18’ê îlona 2005’an de di hilbijartinên federal de Şansolye Schröder dîsa berbijêr bû. Ew bi tirs bû û pêdiviya wî bi dengên Tirkên ku xwedî cotwelatiyê hebû.

Li bajarê Frankûrta Almanyayê rojnameyek ji bo Tirkên li Almanyayê ne, derdiket û xwediyê wê rojnameyê jî Aydin Dogan bû. Sosyalîstê me yê pragmatîst yanî Schröder xwe gihande Aydin Dogan û bi wî re hevdîtinek li dar xist. Dû re li hev kirin. Gelo şert û mercên piştgiriya Aydin Dogan a ku dê di rojnameya wî de Schröder cî bigirta, çi bûn? Em naveroka hevdîtina wan tevahî nizanin. Lê em baş dizanin ku piştî hevdîtina wan, zextên hikûmeta Almanyayê ku lîdertiya wê Schröder dikir, li ser Kurdan zêdetir bûn û gelek rojname, rêxistin û komeleyên Kurdan ên ku li gorî hiqûqa Almanan hatî avakirin, hatin girtin.

Ev tiştê ku Schröder li mezintirîn welatê Ewropayê dikir qopiyeke ne baş a danûstandineke digel Tirkan bû. Lê vê bazara weke ya Tirkan a ku Schröder li ser êş û elemên Kurdan ava kiribû jî şansolye Schröder xelas nekir û ew di hilbijartinan de têk çû. Ew dîsa bi awayekî “pragmatîst” çû Moskowê. Tê îdakirin ku ew li wir bûye şêwirmendê aborînasiya Pûtîn. Lê dibe ku wî şêwirmendiya siyasî jî kiribe. Li gorî hinek çavkaniyan ew nanê kê bixwe xizmeta herî baş pêşkeşî wan dike. Lê eger ku ew şêwirmendê Gazpromê be. Piştî ku ew di hilbijartinan de têk çû hikûmeta nû ya Almanyayê tevahiya qedexeyên li ser komele û rojnameyên Kurdan tavilê rakir.

Çawa ku rehîneyên di destê Tirkiyeya Erdogan de zêdebûn Almanyayê dîsa berê xwe da pisporê bazirganiya dîlan Schröder. Roviyê zexel û kal di cotmeha 2017’an de da ku dîlên di destê Erdogan de rizgar bike û berjewendiyên xwe yên aborî têxe berîka xwe, firiya hemêza Siltên. Schröder dîsa di qada xwe ya pisportiyê de bi ser ket û xêjî rojnamegerê Alman Denîz Yucel tevahiya dîlên xwe girtin û birin. Pişt re jî wî peyamek da û got: Bi Moskow û Enqerê re li hev bikin. Lê demokrasî dê çi bibe? Dê mafên mirovan çi bin? Belê digel ku di zindanên Erdogan de bi hezaran Kurd û Tirk hebun jî Schröder şîret li welatê xwe dikir û digot bi Siltên re li hev bikin.

Schröderê berjewendîperest di warê peyama xwe de gelekî zelal bû. Digot “Bi van tiştên eletewş re xwe newestînin û bi Erdogan re li hev bikin.”. Îhtimaleke mezin tişên ku wî digot eletewş in; mafên mirovan bûn.

Weke hûn dibînin Sigmar Gabriel pêşniyarên osteyê xwe bi cî anîn. Dawiya dawiyê wan ji mêj ve hev nas dikirin û her du jî ji eyaleta Niedersachsenê (Saksonyaya jêrîn) bûn. Her duyan jî serokwezîrtiyê wê eyaletê kiribûn. Rast e. Vî xwendekarê îteatkar ê Schröder serokwezîrtiya Niedersachsenê kiribû. Lê bala xwe baş bidinê. Ev eyaleta navborî ne eyaleteke ji rêzê ya Almanyayê ye. Ev Niedersachsena ku biryargeheke VW’yê lê heye bû. Em behsa wê yekê dikin ku hikûmeta vê eyaletê şîrikê para herî mezin a VW’yê ye.

Mijara têkiliya Sigmar Gabril a digel VW’yê mijareke gelekî berfireh e. Lê tiştekî din gelekî aşkere ye. Gava ku skandala Peter Hartz a VW’yê aşkere bû. Wê çaxê Peter Hartz ji bo VW’yê koşkeke gelekî lûks girtibû û da ku mêvanên herî bi qedir ên VW’yê kêfxweş bike fahîşeyên herî jêhatî li wir civandibûn. Ew her tim ji bo dilê Erebên dewlemend kêfxweş bikin her tim amade bûn. Fetûreyên ku ji aliyê dadgehê ve hatî peydakirin li gorî bihayên fahîşeyên wê heyamê gelekî biha bûn. Em nizanin ku ka gelo ti Erebên Qetarî di nav wan “mêvanên taybet” yên dewlemendan de hebûn an na. Lê niha îdî her kes dizane ku Qetar sêyemîn şirîkê herî mezin ê VW’yê ye. Ev şirîkatî çawa pêk hat? Bi ya min em qet li ser vê yekê nefikirin çêtir e!

Divê em heqê S. Gabriel nexwin. Lewra ne tenê Schröder herwiha jina wî ya berê ya Tirk jî ji bo wî mamosteyeke baş bû ji bo wî û bo hînbûna wî ya bazerganîya tirkan .

Di wê heyama ku wezareta derve ya Tirkiyê û Siltanê wî welatî bi gotinên xwe siyasetmedarên Alman piçûk dixistin û çapemeniya Tirk ew siyasetmedar rezîl û riswa dikirin de S. Gabrîl Mevlut Çavuşoglu li mala xwe diezimand û li mala xwe ya li Goslarê weke ku ji jina xwe ya pêşiyê hîn bûyî bi destê xwe çay pêşkeşî wî dikir (5’ê Çileyê 2018’an) . herwiha beriya çend hefteyan jina wî ya aniha bi awayekî neçar xwe gihande çapemeniyê cîhanê û got ku Tirk li wê gefê dixwin û jiyana wê di xetereyê de ye û ew bi tirsa jîyana xwe dijî.

Ev rastiya tûja vê jinikê bi xwe jî pêşiya siyaseta mêrê wê yê berjewendîperest û “medenî” nebû astengî. Hema hate zû jibîrkirin. Lê qene wê jinê xizmetkirina ji bo Çavuşoglu ya li mala xwe red kir û rûmeta xwe neda ber lingan û ev peywira da mêrê xwe yê di wan waran de navdar.

Ev tişt hemû bi vî awayî pêk hatibûn. Lewra yekî li mala wan wêneya vê yekê kişandibû û di wêneyan de her du began bi kêfxweşî çay vedixwarin. Dîsa bi saya wî kesî wêneya Sigmar Gabriel a ku tê dê çayê bi awayekî oryantal pêşkeşî Davutoglu dike gihişte raya giştî. Gelo yê/ya ku ev wêne kişandî jina Gabriel a bi rûmet bû? Em nizanin. Lê divê em bipirsin: Xêjî jina wî kî dikare evqas wêrek û xwedî hestên tolhildanê be? Û xêjî wê kî dikare di nava malbatê de evqas rihet bigere û wêneya wê kêliya taybet bikêşe û belavî çapameniyê cîhanê bike?

Wextekê Ursula von der Leyen a ku wezîra parastinê ye û bavê wê jî li Niedersachsenê serokwezîrên vê eyaletê bûn. Yanî li vê eyaleta ku Schröder û Gabriel serokwezîrtî kirî bavê wê jî bibû serokwezîr. Ursula von der Leyen piştî ku ji seredana Kurdistana Başûr vegeriya weke Wezîra Parastinê daxwaz kir ku Almanya bêhtir piştevaniya Kurdan bike.

Lê vê wezîrê bi vê daxwaza xwe hikûmeta ku di bin siya heqaretên çapemeniya siltên de bi siltên re hevaltî dikir, aciz kir. Lê ti eleqeya ehlaqê Bavê Ursula von der Leyen ango Erst Albrecht û her du kesayetên din bi hev re tune bu ku wan bi malbatî belkî bi dehan salan hev nas dikir.

Wan tevahiya nirxên mirovahiyê binpê kirin û ev pêşniyarnameya wê jina esîl a ku ji bo ku li Kurdan alîkarî were kirin pêşniyarî parlamentoyê kirî, asteng kirin. Lê em ê çavên xwe li van roviyên sosyalîst ên ku çavên xwe li hember mezintirîn neteweya bindest, li Kurdan korkirî qurç bikin. Eger ku em bêjin divê bi van kesan re li hember Kurdên ku bi çekên herî kevnar li dijî DAIŞa hov ber xwe dide, hebe em ê van kesan mezin bikin û wan bi tiştekî bihesibînin. Lê ma navê ku ev kesên ku dawiya dawiyê însan in li hemberî wê jina esîlzede, von der Leyen bi rêzdarî tevbigerin? Erê li hember wê jina ku xwediyê statûya esîlzadetiyê ye ev nekirin ma navê ku ew li hember wê jina wezîr a ku hemşehriya wan e bi rêz bin? Îcar ev jî nekirin ma qet navê ku ji bo xatirê bavê vê jina esîl ew li hember wê û pêşniyara wê ya ku pêşkeşî parlamentoyê kirî bi rêz bin?

Bavê Ursula von der Leyena paşverû lê ta mirina xwe timî demokrat bû, lê bavê Sigmar Gabriel heta mirina xwe li dû îdeolojîya Hîtler da bû. Gelo dibe ku bandora genetîkê ji bandora perwerdeya sosyo-pedagojîk zêdetir be?

Erdogan di 5’ê Sibata 2018’an de li Vatîkanê çû seredana Papa Françis û li otêlekê ma. Di nîvê şevê de yê ku ji bo ku biçe seredana Siltên firiyayî Romayê ji we be kî bû? Helbet Sigmar Gabriel bû. Îcar jî pevguhertina dîlan ango ya êsîran li paytexta Vatîkana ku ji bo îsewîyan pîroz e bi awayêkî tirkwarî dihat kirin. Li wê derê bazirganî li ser Deniz Yucel dihate kirin. Gava ku Deniz Yucel hatî girtin Erdogan gotibû “Heta ku ez heme dê ew rûçikê rojê nebîne”

Piştî seredana Vatîkanê 11 rojan şinve di 16’ê Sibata 2018’an de Sigmar Gabriel mizgîniyek da gelê Alman û weke “Rizgarkarekî mezin” diyar kir ku Denîz Yucel hatiye berdan. Bi vî awayî jî wî xwe weke osteyê xwe Schröderê ku kujerê serokekî Kurdan bi karsazekî Alman re guhertî ispat kir ku ew jî êdî dikare bibe bazirganekî baş ê pevguhertina rehîneyan û bi vî awayî jî kete dîroka rûreşan. Li me nakeve ku em ji Erdogan re bêjin bedela vê bazirganiya bê sinc çi ye. Lê ya giring ev e ku ev tiştana hemû li Ewropaya ku bi hiqûq û giringîdayîna mafê mirovan pesnî xwe dide û divê ku ji dinyayê tev re bibe minakeke giring pêk tên. Rûyê Ewrûpayê hemdem ev e!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3918 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:58
x