Sala 39’ emîn a fikarê

Sal 1980 û ji mehan Tebax bû. Bi mehan bû ku li herêma Şikak a Îranê li enîya şerê de dimam. Ji ber tunebûna çek, cebilxane û pereyan, Pêşmergeyan nedikariyan li dijî pasdarên lawaz şer bikin. Her mehê cihê xwe digûherandin an jî bi gotineke rasttir, paşve vedikişiyan û xwe li çiyayan star dikirin.

Yekta Uzunoğlu

06.05.2021, Per | 16:45

Sala 39’ emîn a fikarê
Nêrîn Belav bike

Gav bi gav vedikişiyan û êdî nêzî sînorê di navbera Tirkiye û Îranê de bûbûn. Li wê herêma bilind û çiyayî stargehek dîtibûn. Li rexê çemekî bû ku mîna kêrekî ew çiya şeq dikirin û diherikî. Stargeha me ya nû qadeke bi qasî sehaya gogê bû û di nava daristanê de bû. Cihên wiha pir kêm dihatin peydakirin. Dema ku cihê deşt xelas dibû anku hem li vî milî û hem jî li mile din ê çem, êdî kendal dest pê dikir. Tekonolojiya helîkopteran a wê demê bi qasî ya îro pêşketî nebû. Yan jî bi gotineke rasttir, helîkopterên di destê Îranê de ne ewqas pêşketî bûn ku bikarin ser noqteyekî bisekinin û dema xwe ber bi jêr ve berdidin jî bikarin êrîş bikin. Ev agahî efserên Kurd yên pispor bi me re parve dikirin ku beriya tevî li Pêşmergeyan bibin di artêşa Îranê de cîh digirtin. Lewma ev cihê ku em lê diman hatibû hilbijartin.

Li zozana serê çiyayê ku kendal tê de bû, gundek hebû. Gundê xwarziyê Sanerê Mamedî yê bi navê Arif bû û li dijî xalê xwe jî bi pasdaran re tevkarî dikir. Gumanên me hebûn ku ev kes pasdaran ji nava gund re derbas bike, heta serê kendal bîne û me bide tunekirin.

Du roj piştî ku em li wir bi cih bûyîn, min konê xwe yê li hêstiran hatibû barkirin li nêzî qada bidar da veda. Doşeka miayenekirina nexweşan, maseyek û du kursî lûksa min a herî mezin bû. Min demildest dest bi miayeneyê kir. Çend roj piştre du bijîşkên ku endamên Bijîşkên Sînor Nenas bûn, li ser Wanê bi awayekî surî çiya derbas kirin û axirê bi mehan piştre hatin cem me. Yek jê Prof. Ball û ya din jî Dr. Mariane Flory bû. Prof. Ball hêj di dema şerê Fransayê yê li dijî Cezayîrê de cerahiya çolistanê kiribû û pisporê cerahiya şer bû. Piştê 40 salan hînbûm ku kesê ku wan ji Tirkîye derbasê Îranê dikir heval-hogirê min Nurî Sinir bûye. Marianne Flory jî li nexweşxaneyeke Parîsê pisporiya anesteziye dikir. Her du jî ji bo 3 hefteyan hatibûn. Bi hatina wan re êdî dê ew emeliyatên ku ber hişê kesekî nediketin û min bi tena serê xwe dikirin, bi dawî bûbûna. Lê belê bi dawî nebûn. Ji ber ku cîhazên me kêm bûn û cîhazê me yê anesteziye jî nebû.

Tevî vê yekê jî me dest bi emeliyatan kir.

“Nexweşxaneya min” a li Rojhilatê

Rojekê li ser qêrîna Pêşmergeyan ez ji konê ku me jê re digot “Nexweşxane” derketim. Kesek siwarî bi çar gavî ber bi me ve dihat. Pêşmerge jî diqîriyan û digotin; “Bisekine, bisekine!” Axirê dema ku dîtin di hembêza kesê li hespî siwar de zarokek heye, hinek sekinîn. Siwar heta ber deriyê nexweşxaneyê - kon hat. Zarok di hembêza wî de xwe ji hespî avêt xarê. Zarok dirêjî min kir. Cilên ku min li xwe kiribûn spî bûn lewma fêm kiribû ku ez bijîşk im. Jixwe min bihîstibû ku li her deverekê behsa min dikin.

Zarokekî kur ê derdora 3 salî bû. Rûyê wî spî û xweşik bû. Dijiya lê belê di nîvkomayê de bû.

Min zarok bi lez û bez jê stand û derbasî kon kir. Min li ser maseya miayeneyê dirêj kir. Di vê navberê de Prof. Ball û Dr. Flory zûka hatin cem min. Bi Prof. Ball re me dest bi miayeneya zarokê kir. Agirê wî zêde bilind bûbû, bi zehmetî bêhn digirt û nîvbêhiş bû. Me ji kesê ku anîbû pirs kirin. Tiştek nedizanî lê dema ku me zarok miayene dikir, li cihê ku zikê wî xelas dibe û lingê wî yê rastê dest pê dike, werimînekî bi qasî mijmijê bi çavê me ket. Di wê kêliyê de Prof. Ball li min û min jî li wî dinihêrt. Bi van nêrînan re me ji hev re got ku nexweşî hatiye teşhîskirin.

Rûvîka zirav a zarok ji nava masûlkeyên wî yên zik ku li wê derê qelsin derketibûn û di bin çerm de bûbûn girêk. Di bûyerên bi vî rengî yên girêkan de, rûvik ji ber ku li gorî hewcehiya xwe xwînê nawergire, raçînk dimirin û piştre jî belav dibin. Bi gotina xelkê re lareşî dibe. Li cihê ku raçînk vê taybetiya xwe winda dikin, û mîkrobên di rûvikan de tevî xwînê dibin jî nexweş dimire.

Xuya bû ku wextê me zêde nîne. Lê belê gelo dê me ev zarok bêyî makîneya anesteziye çawa emeliyat bikira? Heke em dilopên ku dimirîne li destmalkê reşînin û bidin ber pozê wî, gelo dê zimanê wî çawa wisa bigirîn da ku nekeve rêya bêhngirtinê û zarok nexeniqe? Me her duyan jî bersiva vê pirsê nedizanî.

Prof. Ball beriya teqawidbûna xwe, hemû emrê xwe wek cerahekî leşkerî derbas kiribû. Dev ji emeliyatkirina zarokekî berde, tenê zarokek jî miayene nekiribû. Min jî ji zarokan gelek hez dikir lewma hêj di salên xwendekariyê de her ku min firsend didît ji nexweşxaneyên ku em di çarçoveya “waneya nexweşiyên zarokan” de wek stajer diçûnê dûr diketim, direvîyam. Rewşa zarokên nexweş bandorekî giran a neyînî li min dikir. Ji ber vê bû ku piştî ku zanîngeh qediyayî jî, di her 5 ezmûnên dewletê de dersa min tê de notên herî kêm digirt a nexweşiyên zarokan bû. Êşa ku min ji ber zarokên nexweş dikişand ne êşekî wisa sivik bû ku bikarim xwe li ber bigirim. Lê belê niha li ber çavê me zarokekî 3 salî yê biçûçik hebû ku mîna ferîşteyan e. Wekî Xwedê me ceza bike, qedera wî zarokî xistibû nav lepên me… Em neçar bûn ku zikê wî vekin lê belê dê me ev çawa bikira? Wek ku jê alîkariyê bixwazîn, me herduyan jî li Marianayê nihêrt. Ji ber ku hemû tişt girêdayî wê bû. Ger wê nekarîbûya zarokî bimirîne (bêhiş bike), wê demê me jî dê nekarîbûya zikê wî vekin! Dibe ku em bikarin vekin, bi ser kevin û dîsa zikê wî bidûrin. Lê heke êdî hişyar nebe? Mîkrobên ji ber rûviyan tevlî xwînê dibûn, pirsgirêkeke bi serê xwe bû. Her tişt serkeftî bi encam bibe jî gelo dê me bikariya wan mîkrobên ketibûn nava xwînê bikujin? Bawerim ji bo me her sêyan jî yek ji kêliyan heta niha ya herî zor jî ew kêlî bû. Cerahê me Prof. Ball ku salên dûvdirêj wek cerahê çolistanê xebitî bû, ji her niha ve dest bi xwehdanê kiribû! Me bi qasî 5 cm”an ji boriya avê birî ku Marianayê li derve dîtibû. Tiliya xwe ya beranî xiste xortimê. Beriya ku eterê dilop bi dilop berde ser destmalê û bide ber pozê wî da ku zarokî pê mirîne, ew xortima ku tiliya xwe xistibûyê ji bo ku nehêle zimanê wî paşve biçe xiste devê zarok. Dema zarok bi ser hişê xwe de diçe, bi hêza lamika xwe diranên xwe dişîne. Ji bo ku tiliyên wê birîndar nebin ev yek kir.

Eterîna heyî kêm bû û bi qasî ku tê bîra min, ji bo ku bandora eterîna heyî zêdetir bibe me bi qasî 2 mg valium dabû zarok. Valiumê bandora eterînê zêdetir dikir. Cîhaza ku bêhişketinê westar dihêle bi me re nebû. Lewma em neçarên wê bûn bê ka eterîna li destmalkê hatiye reşandin dê çiqas bê hêlmijandin. Heke zarok di wê navberê de hişyar bibe û ji bo ku di wê kêliyê de êş nekişîne, me 10 mg morfium dayê. Ev çendekên dermanan lûksa me ya herî mezin bû. Min di nivîsa xwe ya ”bedela sozekî” de bi hûr û kûrî qal kiribû bê ka ev derman min di kîjan şertan de peyda kirine.

Ew ferîşteyê biçûk hate mirandin û me ew çermê li ser herêma ku bi qasî mişmişê werimî bû, birî. Lê çerm zêde tenik bû, em ne elimîbûn vê rewşê û çerm di gavê de qut dibû. Ji ber ku em li birîna çermê zarokan şareza nebûn. Destên me hînî çermê kesên bitemen bûbû. Axire me beriya ku ziyanê bibîne me êdî ew rûvika ku bûbû girêk didît. Lê her tişt pir zêde biçûk bû! Beşa rûviyan a ku ji zik derketiye binê çerm şîn bûbû û diweşiya. Lê hewce bû neweşiya da ku em bikarin masûlkeyên zik bi birîn, zikî tam biqelişînin û beriya ku bigihîjin rûviyan vê pirsgirêkê çareser bikin. Me rûvîkên wî ber bi derve kişandin. Piştre jî me ew cihê şîn ê li ser zikê wî birî, cihên bitendurist dirûtin û bi tiliya xwe ya biçûk ve kaş kir hundirê zikê wî. Ji bo ku êdî dernekeve jî me masûlkeyên zikê wî nêzî hev kirin û dirûtin. Dema ku me çermê dirûtî û qulpa dawî diavêt, em her sê jî di nava xwehdanê de mabûn.

Emeliyat bi dawî bûbû lê ji me jî tiştek nema bû. Weke ku ji Marianayê re bibêjîn xelas bû, me li wê nihêrt. Wê jî wek ku bibêje ”temam” serê xwe li me hejand û hewl da zarokî bi ser hişê xwe ve bîne. Lê hişyarbûna wî tenê bi sekinandina eterê ve mimkin nebû. Ji ber ku me gelek morfium û valiuma dabû wî bedenê biçûk û zehmet bû ku wisa bi hêsanî ji wî bedenî derkeve.

Me emeliyat xelas kiribû û dest bi temaşekirina hewldanên Marianaya reben dikir ku di nava azabê de dixwest zarokî hişyar bike. Axire dema ku zarok çavên xwe vekirîn, dê bibêjî qey ên dîsa li jiyanê vegeriyayîn em bûn…

Marianayê bi şiringeyê av da zarok da ku tesbît bike bê ka refleksa wî ya daqûrtandinê hatiye yan na. Dema ku zarokî dest bi vexwarina avê kirî jî dilê me hemûyan rehet bûbû.

Zarok ji mirinê xelas bûbû lê ya ji vir û şûnde?

Ya derman kirina mîkrobên di laşe zarokî de?

Ya pansûmankirina birîna di zikê zarokî de?

Bi me re deziyên ku bi demê re li ser birînê dihelin hebûn û ji bo me mucîzeya herî mezin ev bû. Me ew bi kar anîbûn! Ji ewil me birîn bi tenturdiyotê baş paqij kir, piştre bi melhemeke ji antîbakteriyel ve qateke stûr li ser pêça û li ser wê jî bi pateyekî stûr girt. Me temamiya zikê wî bi çend qatên terîşkê pêçand û li ser wê jî çarikek girê da.

Ji bo ku dema dikuxe yan jî xwe dide zorê birînên zikê wî venebin. Yanî mijara behsê xeberê çermê zarokekî bû…

Marianna li ser serê zarok disekiniya, destê xwe di serê wî de dibir û hêdî hêdî bi ser hişê xwe ve dianî. Lê min xwe li ber negirt û ji bo kişandina cixareyê derketim derve. Li 20 metreyan dûrî min ew ciwanê bejin dirêj ku zarok bi xwe re anîbû bi çavên hêvîyê li min dinihêrt. Min serê xwe ber bi jêr ve hejand û îşareta ku zarok dijî da wî. Her çiqas di rûyê wî de min keyfxweşiyek hîs kiribe jî, lê belê dilê min rehet nebû. Gelo dê çi bi wî zarokî bûbûya? Nedikariya li wir bi me re bimîne û ji xwe cihek jî nebû ku lê bimîne!

Arif xwarziyê Fermandarê Pêşmergeyan Sanarê Mamedî ferman dabû gundiyan ku heke Pêşmerge pereyan jî bidin wan divê erzaqî nefiroşinê. Ku Sanar bi xwe jî bi me re bû û xwarziyê wî kesekî wisa bû ku bi birçîtiyê niyeta kuştina xalê xwe dikir û ne tenê bi birçî hiştinê…

Êdî dikariya zarokî bibe lê belê gelo ev zarok dê çawa bi saetan ser pişta hespî biçe? Heke çûbûya dê çi lê bihata? Ew hejîn û lerizîna li ser pişta hespî ku di her gavekî de çêdibe, gelo dê bandorekî çawa li ser birîna zarok bikira…

Roj hêdî hêdî ava dibû. Ji bo ku demek beriya demekî bikariyan xwe bigihînin gundê xwe yê bi şîr, mast û nan, diviyabû derketibûna rê! Min gelek caran bi dûv û dirêjî ji wî ciwanê ku zarok bi xwe re anîbû re vegot bê ka dê kîjan dermanan û çend mîqdarê bidin zarok, di rojên destpêkê de hewceye çi bixwe yan jî çi nexwe. Kesekî bi aqil bû û zû fêm kir. Min xwest gotinên min dubare bike bê ka ji min çi bihîstiye û min jê çi xwestiye. Wî jî bi dilekî rehet û ji xwe bawer yek bi yek vegot. Zarok bi pişta wî ve girê dan, li hespê xwe siwar bû û di nav tarîya şevê bi rê ketin. Me jî bi dilxemgînî li pişt wan mêze kir. Ew jî çend carekan li pişt xwe vegeriya û destê xwe li me hejand. Piştre jî hêdî hêdî di nava tariyê de winda bû…

Prof. Ball û Dr. Flory ji bo ku vegerin Fransayê çend rojek piştre bi çend Pêşmergeyan re ber bi sînor ve ketin rê. Em jî ji bo guherandina cihê xwe bi rê ketin…

Çend roj piştre min ji Sanar û Pêşmergeyan xatira xwe xwest û tevî Pêşmergeyekî li hespên xwe siwar bûn û ber bi meqerê Dr. Qasimlo ve bi rê ketin ku bi awakî herim Ewrûpa bo orgenîze kirina derman û bizişkan . Meqera Dr. Qasimlo derdora 150 km ji me dûr bû. Lê ji bo ku em bikarin gelek astengiyên di rê de derbas bikin, hewcehiya me bi alîkariya kurê Îsmaîl Axayê Simko yê Tahir Xan hebû. Lê navbera wî û Sanarê Mamedî nebaş bû. Tevî vê jî ku Sanar nedixwest ez biçûma ba Tahir Xan. Tahir Xan bi hatina min zêde keyfxweş bûbû lewma jî ez şaş mabûm. Nehişt ku ez wê şevê herim. Du rojan li mala wî man. Me bi hev re xwar, vexwar, gerîyan û ketin sihbetên kûr û dûr ta serê sibehan. Min serpêhatî û dîroka Îsmaîl Axayê Simko ji wî guhdarî kir.

Û piştre got:

“Bijîşk, tu niha di temenê kurê min de yî. Lê ez li ber mêrxasîya te bejna xwe ditewînim.” “Hûn şanaziya me û bi taybet jî ya nifşê me yê ciwan in.”

Ez şaş mabûm û min got: “Estafulla.”

Her tişta ku diviya bû bikira, kir û piştî ku me xatira xwe ji hev wek du bira xwest, em bi rê ketin. Sê-çar rojan li ser çîyan me hespên xwe guherandin û di dawiya dawî de me xwe gihand navenda Dr. Qasimlo ku di nava çiyayan de veşartî bû.

Bi ser vê bûyerê re 39 sal derbas bûn, lê dîsa jî her cara ku Rojhilat dihat bîra min, her carê pirsa ku di serê min de çêdibû û ez pê digirnijim ev bû; gelo çi bi wî zarokî bû? Gelo mir an na?

Şevê din (25. 05. 2019) di arşîva xwe de min wêneyên xwe yên li cem wî konê ku me zarok tê de emeliyat kiribû dîtin û min ev wêne li ser Facebookê parve kirin… Saetek piştre ji kesekî bi navê Şehram Dostan ku li bajarê Toronto yê Kanadayê dima nîşeyeke wek şîrove ket pêşiya min. Wî kesî digot ku ew roj pir baş bi bîra wî tên û pesnê min dida.

Şehram Dostan îro li Torontoyê ye.

Wek bersiva nîşeya wî min jê ev pirs kir: “Ji ku dizanî?” Ji min re qala serpêhatiya xwe kir û got ew kesê ku zarok li ser pişta hespî anî cem min, ew bû. Çîroka wî zarokî vegot û da zanîn ku ew zarok me ji mirinê fitilandî bû biraziyê Tahir Xan bû, yanî nevîyê Îsmaîl Axayê Simko… Ez di cihê xwe de cemidî bûm. Anku hem ew xorteciwanê ku li ser pişta hespî ew zarokê li ber mirinê anî jî dijiya û îca li Torontoyê dima.Ji .îyayên Kurdîstanê ji pişta hespa xwe çibû Torontoyê wek şerwanê sîyasî.Min demildest pirsa wî zarokî jê kir. Pir şaş mabû ku bîra min bi her tiştî dihat. Lê bersiva ku ez li bendê bûm neda. Lewma min hinekî bi hêrsokî dîsa jê pirsî: “Ew zarok li ku ye û çi bi wî bû?” Ma bo çi vê bersivê nade: “Doktorê min ew êdî zilamekî sere ye. Doktorê min zanî bi ser re 39 sal derbas bûn. Ew zarok dijî. Malbata wî û çend zarokên wî hene. Û heta ku mezin bûyî jî min her tim qala serpêhatiya te bo wî digot bê ka te jîyana wî çawa rizgar kiriye.”

Zarok nemiriye, dijî, mezin bûye, zewicîye, bavê çend zarokan e, nevîyê Îsmaîl Axayê Simko ye û ji zarokên xwe re serpêhatiya rizgarkirina xwe ya ji mirinê vedibêje… û her car ji zarûkên xwe re qala min wek ew kesê ku wî ji mirinê fitilandîye dike...

Ew barê biêş yê wê pirsa ku min 39 sal bûn ji xwe dikir, êdî li ser min rabûbû. Barê min sivik û dilê min rehet bûbû. Dê bibêjî qey baraneke havînî bariya bû û ew toza ku wek betonekî li ser min teşe girtibû di carekî de dabû ber xwe û biribû…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:19
x