BEDÊLA SOZÊ -3

Du meh piştre artêşê bi helîkopter û balafiran dest bi êrişê kir. Ji bo ewlehiya şêniyên gund me jî biryar da ku xwe ji gund vekişînin. Heta roja ku me gund terikandî jî vî egîdê Kurd tevî ku jiyana wî diket xetereyê jî her carê ev alîkariya xwe berdewam kir.

Yekta Uzunoğlu

16.07.2021, Cum | 16:59

BEDÊLA SOZÊ -3
Nêrîn Belav bike

Me di nava şevekê de Belqezen berda û em ber bi çavkaniya çemê ku di nava hezaran salan de çiyayên li ser sînorê di navbera Îran û Tirkiyeyê de mîna kêrekî şeq kirine ve ketin rê. Ji bo ku neyên kuştin û nebin sedema kuştina şêniyên gund, me xwe berda cihên çiyayî yên hîn bêhtir asê û newalên kûrtir…

Min ‘binkeya tenduristiyê’ li hêstiran bar kir û Pêşmergeyan jî kon, cih, mencelên ku xwarin dikare tê de bên çêkirin, firaq û cebilxane bar kirin û di şevekê de em li ber tavhîvê bi rê ketin. Me xwe spart newal û çiyayên xwe ku di serê her kîlomîtroyekî de di navbera çiyayan de mîna kêrekê tûj û bi sedan mîtroyan kûr dibûn. Me di wê newala ku xwe spartibûyê de jî bi ewle hîs nekir. Axayê wê deşta li jora bilindahiya çiya dima, xwarziyê Sanar ê rast ê bi navê Arif bû. Lê dîsa jî ji bo pereyan bi dewletê re ketibû nava têkiliyan. Cihê ku em lê diman nîşanî dewletê dabû. Ji bo ku dewlet me tune bike, pêşengtî ji hêzên wan re kiribû û top û tifingên makîneyên giran li cihên herî baş bi cîh dikirin… Şêniyên gund ji ber tirsa Arif tiştên ku me dixwest bi pereyan bikirin jî nedidan me. Lewma xurekên me kêm diman û em birçî dibûn. Heta carna tûtin jî nebû ku em cixareyekî bikişînin. Ev rewş heta ku ‘Emînê Qaçax’ ê ku di dema Şah de qaçaxî dikir, leşker kuştîn, li gel malbata xwe li serê çiyayekî bilind bi tena serê xwe dijiya û ji bilî Xwedê ji tu kesekî neditirsiya bi hawara me ve hatî berdewam kir!

Min Pêşmergeyên ku bi saya alîkariya wî hinek bi ser xwe ve hatibûn, xwendekar û kurê Sanar ê biçûk Bextiyar ku hêj nû dibistana amadehî xelas kiribû (niha li Almanyayê endezyar e) girtin cem xwe û biryar da ku li ser wê zozana rast a li jora çiya dima bikevin gundê Arif. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên heyî nepêkan bû ku Sanar bikariya bi me re bihata. Min dixwest ku bikevin nava gund û wê desthilatiya Arif hilweşînim û min ev yek kir jî. Di demên piştre de gundiyan bi xwe erzaq ji me re anîn. Ev gund di hêla çandinî û sewalkariyê de gundekî gelek dewlemend bû. Û em jî mehek û nîvan li wê newalê man. Di vê navberê de min ji Bijîşkên Sînornenas re agahî şand. Beriya ku ez biçim Îranê, min û wan li hev kiribû. Li ser vê yekê yek du bijîşkan xwe gihandin me. Ez mehek berê ji hevbajariyê xwe Nûrî bi xwe hîn bûm ku kesê ew her du bijîşkên Fransayî bi qaçaxî heta ser sînorê di navbera Tirkiye û Îranê de anî û gihandibûn me, ew bû. Wê demê Mehdî Zana Serokê Şaredariya Amedê bû û her tim amade bû ku derfetên di destê xwe de ji bo Rojhilat pêşkeş bike. Nûrî Sınır hevalê têkoşînê yê Mehdî bû ku di şaredariyê de dixebitî. Min Nûrî Sınır di sala 1979’an de li Fransayê nas kiribû ku wê demê li gel Mehdî Zana û derdora 40 ajokaran, ji bo Şaredariya Amedê hatibûn otobus, wesayîtên agirkujiyê û jeneratoran. Ew her du bijîşkên Fransayî 3 hefteyan bi min re mabûn, di bin konekî de gelek emeliyatên zehmet kirin û jiyana gelek mirovên me xelas kiribûn. Di wan rojan de li Tirkiyeyê bi cuntaya 12’ê Îlonê re hikûmet ketibû destê leşkeriyê, her du bijîşkên ku dixwestin li ser Wanê xwe bigihînin me hatibûn girtin û ji bo darizandinê şandibûn Amedê. Bi vê yekê re ji bo alîkariya tibbî rêya li ser Tirkiyeyê qut bûbû. Ji bo ku em rêyeke nû bibînin, ez piştî ‘rêwitiya’ sê rojan a li ser pişta hespî, çûm cem Dr. Qasimlo û min pê re hevdîtin kir. Me piştî hevdîtinê biryar da ku ji bo afirandina derfetên nû ez derbasî Ewropayê bibim.

Piştî çîrokên dûvdirêj û filitîna ji gelek mirinan, em ji nava zeviyên bi mayinên dîplomasî û siyasetê tije derbas bûn û li ser Iraq, Urdun, Sûriye û Çekoslovakyayê me bi awayekî mucîzewî xwe gihand Parîsê. Di şeva destpêkê ya ku gihiştibûm Parîsê de li qehwexaneya Nazim a li ser Cadeya Saint Michael a Parîsê ez bi Kendal Nezan re heta derengiya şevê rûniştim. Navberekî çûm destavê, piştre vegeriyam, em bi hev re ji qehweyê derketin û piştî meşeka kurt min ferq kir ku min çenteyê xwe li qehweyê ji bîr kiriye. Di nava çend deqeyan de vegeriyam qehweyê lê min çenteyê xwe nedît. Li derdora maseya biçûk a ku em li ser rûnişti bûn, 3 kursî hebûn. Em li ser du kursiyan rûniştibûn û çenteyê xwe yê dest jî min danîbû ser kursiyê din. Lê çenteyê min winda bûbû. Dema min xwest wek îxtîmalek li daşirê binêrim… Ji ber ku Rauf Dursun (ku hem kurxal û hem jî kurmetê min e û demekî jî di şîrketa filman a Yilmaz Guney de rêveberî kiriye) dema qedera çenteyê min vedikoland anîbû ziman ku ne pêkane garsonên ku wê şevê li wir dixebitîn çente dizî bin…

Bi mehan li eniyên şer mabûm, bi qaçaxî ji welatan derbasî welatên din bûbûm, ji destê rêxistinên îstîxbarî xelas bûbûm û bêyî vîzeyê bi awayekî mucîzewî û bi rê û rêbazên nayên hişê ti kesekî ve ketibûm Çekoslovakyaya Komunîst ku qedexeya min lê hebû û jê derketibûm lê bele min li Parîsê derbekî mirinê xwaribû…

Piştî wan tiştên ku bi serê min hatin vêcarê jî bi “dizîna” çenteyê min re ku pasaporta min, rojnivîska min a bi tîpên biçûk min bi baldarî lê nivîsandibû, nîşeyên min û hemû belgeyên min ên şexsî tê de, ez li Parîsê ku paytexta çandê ya Ewropayê ye bênasname mabûm. Ji hêla wan kesên xedar û nesîbê xwe ji çandê negirtibûn ve li wî bajarê metropol ê çandê di serê her gavê de kontrola nasnameyan dihat kirin.

Kendal pêşniyar kir ku biçim mala wî. Mîna salên berê ez û ew wekî du mirovên hev, du rêhevalan, du şervanan bi hev re çûn mala wî ya li 27 Rue Gay Lussaac’ê ku di qata 5’emîn de bû û derdora 25 mîtrokareyan mezin bû. Wekî demên berê em dîsa bi hev re ketin nava heman cihî. Tenê tiştekî cuda hebû, ew jî em êdî ne bira, ne rêheval û ne jî hevalên hev bûn… Anku li aliyekî hem biqasî ku bi min re heman cihî parve bike nêz bû û li hêla din jî bi qasî ku tiştên min li Îranê jiyayîn û tiştên piştî wê şevê dê bi serê min bianiyan jî kesekî xwedî hesabên kûr bû. (Min digot qey ev bi dehan salan e wî nas dikim û min dixwest di demekî ku ez di têkoşîna rizgariya azadiyê ya gelê xwe yê mazlum de di nava serpêhatiyên cuda de dihatim û diçûm, Kendal jî wekî xwe bibînim. Lê ev kes Kendal bû.)

Beriya ku ez biçim Îranê, min her tiştê li ser navê xwe belav kir, bexşand û diyarî kiribû. Lewma heta demekî ji bo ku qet nebe cihekî ku lê bihewim bibînim û ji xwe re nasnameyekî peyda bikim, çûm ber deriyên burokrasiya Fransayê ku min gelek zêde nas nedikir. Ji ber ku di berîka min de tenê sentek jî nebû û min nedikarî pereyê metroyê bidim. Gelek caran ji serekî Parîsê bi pêyatî diçûm serê din.

Min xwest ji bo penabertiyê serlêdanê bikim. Jixwe li Tirkiyeyê êdî rejîma cuntayê hebû. Filmê ku Fransiyan li ser çalakiyên min ên li Îranê kişandibûn, di televîzyonên 32 dewletan de hatibûn weşandin. Û dewleta TC’ê her tiştekî ku der barê min de dixwest hîn bibe, bi saya vî filmî jixwe hîn bûbû. Kendal dijberî penabertiyê derket. Got ku di vê mijarê de nikare bibe alîkar. Lê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî Christian Rostocker hevalê wî bû û ger tenê carekî jî bi wî re têkilî bidaniya dikariya ev mijar çareser bikira. Lê nekir. Her çiqas bi zanebûn çênebe jî, min bihîst ku di wê roja ku ez ji bo alîkariya bi gelê xwe yê li Îranê re li balafirê siwar bûm, Kendal jî di heman rojê de ji bo ku alîkariya madî ji Qeddafî bistîne çûbû Lîbyayê. Kendal nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Ewropayê bû. Digotin ku têkiliyên wî bi Sedam re hene, her wiha tiştên ku min bêhemdî xwe dîtin, tiştên min jiyayîn û hêj gelek tiştên din ên ku min şahidî jê re kirîn… Û di dawiya dawî de yê ku bûbû xetere, yê ku bi tiştên dizane û hîn bûyî re veguherî leşkerekî talûke, fermana wî hatiye dayîn û tesfiyekirina wî hatibû ferzkirin jî her ez bûm…

Tevî her tiştî jî ez bi biryar bûm ku dîsa vegerim Îranê. Li gel ku bênasname bûm û pênc qurîşên pereyan di berîka min de nebûn jî lê dîsa jî bi Kendal, Derwêş Ferho û her kesekî ku min bikariya li Ewropayê xwe bigihandayê re min têkilî didanî û pêşniyar û hêvî jê dikirin ku em bi hev re vegerin Îranê. Min firsendên dîrokî yên heyî ji wan re vedigotin û hewl dida wan ji bo vegerê qaneh bikim. Kendal li min vegerî û ev gotin ji min re kir ku qet ji bîra min naçe: “Anku tu dixwazî ez jî mîna te vegerim Kurdistanê û li serê çiyayan mamostetiyê bikim?” Êê ev kar wisa ye anku perwerdekirina ciwanên Kurd karê kesên li ber dest û pêya ne… Ew ciwanên ku min di wan rojan de perwerde dikirin, îro jî şervanên Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê ne ku di eniyên herî pêş de cîh digirin. Hinek ji wan jî niha li metropolên Ewropayê bijîşk, endezyar û nivîskar in. Lê ma ev bi xema kê ye!

Min Sanar Mamedî ji mirinê rizgar kiribû. Bi rojan di tunelan de di bin betaniyekê de raza bû, me bi hev re fit li heman cixareyê dabû, me ji heman firaqê xwarin xwaribû û di navbera me de hevaltî û têkiliyeke gelek germ çêbûbû. Carna em li hespên xwe siwar bûn û di nava qêre qêrê de em ketin pêşbirkê, carna bi demance yan jî bi xedareyên xwe ve em ketin pêşbirka nîşanê, carna min evîna wî ya ciwantiyê guhdar kir û carna jî êşên wî yên li zindanan. Bawerim ya ku jê re dibêjin hevaltiya şer ev bû. Her wî bi xwe bi dilekî biêş digot ku dema di serdema Şah de li îşkencexaneyan dima, kurê wî yê ku li Almanyayê dixwend bi Savak re hevkarî kiriye. Got ku wî ev rastî piştî şoreşê di arşîvên Savak de xwendiye. Û da zanîn ku li gorî bihîstiye, dema li eniyên şer kurekî wî (îxtîmaleke mezin bêyî agahiya wî) li Iraqê li ser navê wî pere xwestiye. (Ku ez bi xwe li Kerkûkê rastî wî hatibûm.) Her wiha wisa hîs kiriye ku kurê wî yê li Almanyayê û biraziyê wî yê li Parîsê jî li ser navê wî hewl dane ku ji alîgirên Şah pere bixwazin. Û gotina xwe her carê wiha bi dawî dikir: “Lawê te ye. Destê mirov naçê ku bikuje jî!” …

Piştî ku ez çûm Parîsê bi rastî jî min ji kesên pêbawer bihîst ku kurê wî yê li Almanyayê ji kesên nêzî Şah pere xwestine. Her wiha birazayê wî li Parîsê heman tişt kiriye…

Lê belê ew jî hîn bûbûn ku min ev tişt bihîstine û haya min jê heye… Û bêguman têkiliya birazayê wî yê li Parîsê dijiya jî bi Kendal re hebû.

Di nava panava Parîsê de wek kesekî bênasname, bi burokrasiyê re bi tena serê xwe mabûm. Li gel vê yekê min wisa hîs dikir ku mirovên min ên herî nêz jî ji min dûr diketin lê min ti wateyek nedida vê helwesta wan. Yê ku pisporiya xwe li Parîsê pêş dixist ez bûm, tevî ku min nû dest bi kar kiribû jî yê ku ev ked di du rojan de rûxandî ez bûm, yê ku ji bo hevgirtina bi gelê xwe re her xetereyeke jiyanî daye ber çavan ez bûm, yê ku bi awayekî xwe karî ji her mayina pê lê kiribû xelas bike ez bûm û yê ku bêyî pênc quriş di berîkê de hebin vegeriyaye Parîsê dîsa her ez bûm. Ew di wê pêvajoyê de xebitîn, pere kom kirin, yan wesayît kirin an jî derketibûn betlaneyê. Anku di şert û mercên Parîs û Ewropayê de jiya bûn. Lê tevî vê jî yê ku dihat dûrxistin ez bûm û yên ku dûr dixistin jî ew bûn…

Ev dojeha ku ez ketibûmê heta sala 1980’an ku Dr. Qasimlo hate Parîsê jî berdewam kir. Parîs bo min êdî bûbû dojehek. Piştî ku min di tîrmeha sala 1979’an de Zanîngeha Çarlsê qedandî, min dikariya bêyî ku zehmetiyekî bikişînim bi rehetî derbasî Almanyayê bibim û li wir bijîm. Ji ber ku Zanîngeha Çarlsê ku min li Pragê qedandibû, li gorî zagonên Almanan zanîngeha yekemîn a Almanyayê bû û ti astengiyên ku pêşî li pîşeyê bigire tune bûn. Dema min fakûlteya tipê li Zanîngeha Pragê bi dawî kir, derdoreke min hebû ku dikariyan peyama min a “Êdî dê rihet bisekine” bigihîne cihên fermî… Heta vê peyamê jî dikariya pêşî li derxistina min a ji Çekoslovakyayê vekiribûya. Ji ber ku hevjîna min hemwelatiya Çeloslovakyayê bû, kurekî me hebû ku hêj nû ji dayik bûbû, mala me, wesayîteke me ya lûks û mal-vîlayeke me ya ji bo rojên betlaneyê hebû ku di wê demê de pir kêm dihatin dîtin… Û li Zanîngeha Çarlsê gelek pisporên li cîhanê bi nav û deng hebûn û min di kîjan qadê de bixwesta, min dikariya li cem wan pisporiya xwe pêş bixista û amade bûn ku min bigirin cem xwe… Lê ez bibiryar bûm ku “rehet nesekinim” anku ji bo gelê xwe têbikoşim. Sedema çûyîna min a Parîsê ew bû ku hem Kendal û hem jî xizmên min ên din li wir bûn. Min digot li gel pîşeya xwe, her wiha dê bi hev re ji bo gelê xwe xizmetê bikin, şer bikin û têbikoşin!

Piştî agahî hat ku dê Dr. Qasimlo were, Kendal hîn bêhtir xwe ji min dûr xist.

Û axire Dr. Qasimlo hat. Bi hatina wî re bernameyeke dagirtî ku em tevek di nav de bûn dest pê kir. Lê ti caran derfet nehat dayîn ku ez, Dr. Qasimlo û Kendal bi tenê rûnin. Her çiqas gelek caran min ji Kendal re gotibe jî divê em her sê bi hev re rûnin, lê dîsa jî her carê ev hevdîtin paşde xistin. Gelek hevdîtin hatin kirin ku ez jî beşdar bûm lê ti carî em her sê bi hev re bi tenê neman. Her carê rojnameger, dîplomat û hwd. dihatin vexwendin. Piştî israr û israra min, rojek ji rojan piştî nîvro em li mala Dr. Qasimlo ya li Parîs 16’ê hatin ba hev. Lê ew ne ew Dr. Qasimlo bû bû ku min di sala 1973’yan de li Pragê nas kiribû. Yê ku min pê re du salan hemû weşanên partiyê amade û çap kirin, yê ku di 21.03.1980’an de anku di roja cejna me ya pîroz a Newrozê de xwe xistîbû xetereyê û ji bo pêşwazîkirina min bi awayekî veşarî ji Mahabadê hatîbû nebû… Gelo hinek kesan çi tiştên wiha girîng jê re gotibûn ku em ji hev ewqas dûr xistibûn. Dr. Qasimlo ku hevalê min, mamoste û rêhevalê min û heta du meh berê jî em li odeya wî ya 10 m2 bi hev re razayîn, dema ji Îranê derdiketim bi wî û Dr. Şerefkendî re me bi hestiyarî hev hembêz kir û ji min re got; “Em ji hev xatirê nexwazin ji ber ku jixwe di demekî nêz de dîsa dê werî vir” çû bû û li şûna wî Qasimloyekî pir cudatir hatibû…

Wiha dest bi axaftina xwe kir; “Bijîşk, min bihîstiye ku tu rexneyên giran li min dikî”… Ku min ji bilî Kendal bi ti kesekî re qala têkiliyên Dr. Qasimlo nekiribûn ku li gorî min têkiliyên xetere bûn û min tesbît kiribûn. Min got; “Mamoste.” “Min rexneyekî rûxîner nekiriye lê li gorî min ev têkiliya we ya xurt a bi Sedam re têkiliyekî bi tendurist nîne.” Hêj min gotina xwe bi dawî nekiribû ku got; “Tu dizanî bijîşk, di dîroka Fransayê de Mareşal Petain hebû. Mareşalê ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de bi ser ketî. Piştî vê serkeftinê, li Fransayê bû Xwedayek. Lê bi demê re Şerê Duyemîn ê Cîhanê hat û di şer de têk çû. Ji bo rizgarkirina parçeyeke Fransayê ji rexekî ve hinek tawîz dan Hîtler. Lewma di roja me de bi çavekî xayîn li wî lehengê efsanewî yê serdemekê dinihêrin. Anku dîrok tiştekî wiha ye; dema tu bi ser dikevî dibî leheng lê dema tu winda dikî dibî xayîn. Bihêle bila dîrok min jî bidarizîne.”* Piştî van gotinan ez cemidî bûm…

(dûmayîk heye)

Di wêne da: Yekta Uzunoglu bi Tohid Samanî re li Pragê

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:46:47
x