Siltan Silhedîn -2

Dawiya dawiyê bi awayekî ecêb min Prezidyumê Xaça Sor a Almanyayê qanî kiribû. Dê weşangerên Kovara Mizgînê Dîwana giştî ya Prezidyumiya Xaça Sor A Almanyayê û Enstitûya Kurdî bûya. Dê ez derhênerê kovarê bûyama û dê kovar bi 2 zimanan derbiketa.

Yekta Uzunoğlu

26.05.2018, Cts | 08:40

Siltan Silhedîn -2
Nêrîn Belav bike

Sal, sala 1983\'yan bû. Li Bonnê min Enstitûya Kurdî ava kiribû û min biryar dabû ku li ser navê enstitûyê kovarekê çap bikim. Min navê kovarê kiribû Mizgîn.

Piştî darbeya 1980\'yî Komara Tirkiyê bi tevahiya hêza xwe li Almanyayê hûr bibû. Wezîrê derve yê hikûmeta darbeyê Halefoglû 10 salan li Bonnê balyoztî kiribû û wî tevahiya saziyên li Bonnê dizanî. Hîn jî şopên wî li vî bajarî diyar bûn.

Ji ber gelek sedemên siyasî û dîplomatîk min xwestibû ku bila weşangerê Mizgînê bi tenê Enstitûya Kurdî be û ez ketibûm nava hewlên weşangerekî hevpar.

Dawiya dawiyê bi awayekî ecêb min Prezidyumê Xaça Sor a Almanyayê qanî kiribû. Dê weşangerên Kovara Mizgînê Dîwana giştî ya Prezidyumiya Xaça Sor A Almanyayê û Enstitûya Kurdî bûya. Dê ez derhênerê kovarê bûyama û dê kovar bi 2 zimanan derbiketa.

Wan salan Serokê Dîwana Xaça Sor a Almanyayê Prensê Almanyayê bû û ew wê çaxê parlamenterê herî bi prestîj ê partiya desthilat a CDU\'yê bû. Bi vê serfiraziya dîplomatîk min digot ez ê bikaribim Mizgînê ji êrîşên Komara Tirkiyê biparêzim. Jixwe di nava 6 saziyên xêrxaz ên Almanyayê de Xaça Sor ya herî nêzikî hikûmetê bû û ya herî kevneperest bû.

Tekane kesê ku bikaribûya li dijî zextên Tirkiyê yên li hember hikûmeta Helmut Kohl, heta li hember tevahiya hikûmetê serî netewîne û bi ber xwe bide Xaça Sor Almanya û Serokê wê Prens Sayn-Wittgenstein-Hohenstein bû.

Beriya kovar derkeve min ji Prens pirsî bû ka ew texmîn dike ku zext û hewlên dîplomatîk û siyasî yên ku ji Komara Tirkiyê werin, çi ne. Wî jî gotibû \"Me wek xanedanî her tim ji Kurdan hez kir û me her tim ew nêzikî neteweya Alman dîtin.\" Lê dîsa jî ez pê ne bawer bûm ku ka ew ê li ber zextên ku wê werin bikaribe berxwe bide an na. Lewra min têra xwe Almanya û hêz û kesayeta esîlzadeyên Alman nedizanî.

Dê Mizgîn bi 2 zimanan derketa. Sedemên vê yekê jî him firehgirtina girseya xwendekaran û him jî zelalkirina naverokê ya ji bo rêvebiriya Xaça sor a ji ber îdayên \"xebatên cudaxwaziyê\" bû.

Her gotar him bi Almanî û him jî bi Kurdî dihat weşandin û da ku ti şêlûtî çênebin û zelaltî hebe li aliyê çepê Almaniya gotarê, li aliyê rastê jî Kurdiya wê ya rasterast hebû.

Tevahiya kêşeyan ji holê rabibûnz û dor hatibû nivîsandin, peydakirina nivîsan û peydakirina çapxaneyeke ku xwedî alfabeya Kurdî be. Kêşeya peydakirina nivîsan jî hate safîkirin. Lê peydakirina çapxaneyê ya ji bo nivîsîna tîpên me yên weke ”î , ê ,ş” ne pêkan dixûya.

Makîneyeke wisa ya IBM\'î bi tenê li Enstitûya Kurdî ya Parîsê hebû. Lê digel ku ez yek ji endamê lijneya rêvebiriya wan bûm jî, bi bihayê xwe, ji min re gotibûn em nikarin alîkariya we bikin.

Li Kolnê komek mirov li dor Dursun Akçam kom bibûn û bi navê Tirkiyeya Demokrat rojnameyeke mixalîf çap dikirin. Bi pereyên xwe û bi alîkariya wan kêşeya tîprêziyê jî hatibû çareserkirin. Yekemîn hêjmara Mizgînê piştî xebat û hewlên bi mehan êdî derketibû û di berga wê de jî teswîreke destxêzî ya Siltanê Kurdan Silhedîn hebû.

Mizgînê li Almanyayê bi armanca entegrasyona Kurdan û bi mijarên çandî, dîrokî û tendirûstî, weke ku ji mijarên siyasî hatibe paqijkirin dest bi weşangeriya xwe kir.

Tevahiya gotaran di ber destê prezidyumê Xaça Sor re jî derbas dibûn. Lê gelekî pişt re ez hîn bûm ku Turgût Özal ji ber çapa yekem a Mizgînê ya ku di bergê de wêneyan Siltan Silhedîn hebû zext li ser şansolyeyê Alman Helmut Kohl kiriye. Lê belê di destê min de ti delîl tune bûn.

Min ji serokê wê heyamê yê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Almanyayê Rudof Bindigê Sosyal Demokrat randewû girt û min midûrê weşanxaneya duyemîn a wê heyamê RORORO\'yê Freimut Duve ku ew jî parlamenterekî sosyal demokrat bû, qanî kir ku bi min re were. Me hevdîtin pêk anî. Min ji Bindig xwest ku ji hikûmeta federal bi riya ravepirsê bipirse ka Turgut Özal wek serokwezîr ji ber Mizgînê zext daniye yan na. Ew qanî bû û ravepirs bi awayekî nivîskî da parlamentoyê. Demekê pişt re bersiva hikûmeta federal hat û ew yeka ku ez pê hesiyabûm piştrast kir. Belê, Serowezîrê Tirkiyê bi xwe, ji ber kovareke ne siyasî ya ku di berga wê de Siltan Sihledîn hebû û tîraja wê nêzikî 2 hezarî bû xwe ranegirtibû û midaxale kiribû. Turgut Özal dîtibû ku hewlên balyozê wan ê Komara Almanyaya Federal û Wezîrê Derve yê wê heyamê Halefoglû bêencam mane, ji loma bi xwe hewl dabû.

Mizgîn heta sala 1988’an derket û her tim rastî midaxaleyên Turgut Ozal hat. Midaxeleyên dû re jî bi ravepirsên parlamentera Partiya Sosyal Demokrat Klaus Thüsing û avakara Partiya Kesk Petra Kelly derketin holê.

Digel ku wan çaxan têkiliyên Tirkiye û Almanyayê gelekî baş bûn û li ser desthilatê jî hikûmeta Helmut Kohl hebû jî serokê Xaça Sor Sayn Wittgenstein-Hohenstein bi ber xwe dabû û kovarê berdewam kiribû.

Rojekê ji rojan bi ser navê Enstitûya Kurd a Parîsê Kendal Nezan bi xwe hatibû navenda Xaça Sor û nameyeke 3 rûpelî ya gilîdariyê (ixbarê) dabû navenda Xaça Sor. Ev yeka ji bo Prens Sayn-Wittgenstein-Hohenstein ihtimal e ku yek ji mezintirîn têkçûna xeyalan be ku wî ehlak û hiqûqa navmalbatî di ser her tiştî re digirt.

Ji gelekî mezlûm, 2 merivên hev, li 2 metropolên Ewropayê di şert û mercên dijwar de ji bo tunenebûna çandê hewla rizgarkirin parçeyekî didan û yekî ji wan diçû merivê xwe yê din, li yekî biyanî gilî dikir....

Prensê ku li hember zextên Özal û hikûmeta Helmut Kohl li ber xwe didayî, bi heviyên xwe yên têkçûyî ferman da saziya xwe ku tevahiya têkiliyên xwe yên digel Enstitûya Kurdî werin birîn û Mizgîn jî bêyî ku ji gelê xwe yê blindest re bibe mizginiyek hatibû kuştin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
4170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:38:44
x