Dîl - 1

Wisa xûyaye ev sazî di serdema afirîna ademîzad de çêbûye û heta niha jî wê her tim xwe parastiye.

Yekta Uzunoğlu

04.02.2019, Pts | 13:45

Dîl - 1
Nêrîn Belav bike

Gava ku şaristaniya me hinekî bi pêşve çû di warên din de jî hinek pêşketin çêbibûn. Di vê serdema em tê de ne de dîlgirtin yanî rehînegirtin wek sûc tê qebûlkirin. Lê eger yê ku dîldigire mirov be hingê ev yasa derbasdar e. Lê ku yê ku dîldigire dewlet be çi dibe? Li gorî yasayên navnetewî ew dewlet weke dewleteke “Kolexwaz“ ango “Xulamnas” tê kategorîzekirin û li gorî wan yasayan divê ew dewlet rastî sepanên saziyên parastina mafê mirovan, yên dadgehên navnetewî û sepanên Neteweyên Yekbûyî û yasayên têkildar were. Hinek welatên weke Tirkiyê yên endamên NATO’yê bi salan li derveyî van yasa û sepanan hatin hiştin.

Em ji dîrokî jî dizanin ku dîlgirtin wextekê li Ewropayê jî pir dihatiye kirin. Wek nimûne rûdanên di navbera Fransa û Îngiltereyê de hene. Îngilizan prens û dûkên Fransî dîl digirtin û bi vî awayî dest datinîn ser mal û milkê herêmên wan pilebilindan.

Wê “Saziya dîlgirtinê” were bîra nifşa me ku ka dewletan çawa yasayên xwe binpê dikirin. Di heyama şerê sar de aliyan li ser kopriyan dîlên xwe diguhertin.

Gava ku li rojhilat û nava Ewropayê totalîtarîzm têk çû em gelek kêfxweş bibûn. Em gelekî bi hêvî bûn ku wê maf û azadiyên siwîl û rewşa mirovan bi pêş biketa. Gelo ma em bêfehm bûn an em remtele (hişsivik) bûn?

Di 17’ê îlona 1992’an de 4 Kurd li paytexta herî bi bandor a Ewropayê, li Berlînê hatin qetilkirin. Ev her 4 Kurd li ser daweta partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê çûbûne wir. Serokatiya wê delegasyonê sekreterê giştî yê PDK-I’yê, hevalê min ê qedirbilind Dr. Şerefkendî bû. Herwiha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-I) endamê sosyalîst enternasyonalê bû.

Kujerê bi navê Kad Darabî rasterast ji Tehranê bo Almanyayê tê rêkirin û piştî ku Şerefkendî û hevalên wî teror dike tê girtin.

Îranî demildest dixwazin ku wî kujerî ji Almanyayê birevînin. Karsazê navdar ê Alman Helmut Hofer ku bi tolaziya xwe tê zanîn, wan çaxan li Tehranê dijî. Rayedarên misilman ên Îranê jineke xweşik, ihtimaleke mezin bi dia û besmeleyan dişînin odeyê Helmut Hofer. Pişt re diavêjin ser odeya Helmût Hofer û wî bi sûcê zînayê sûcdar dikin. Ku li Îranê sûcê zînakirinê gelekî giran e û cezayê wê li gorî kitêba ku xwedê şandî ango li gorî şerîetê tê birîn. Herwiha Helmut Hofer di zîndanên îranê de tê dîlgirtin.

Wê çaxê desthilata Almanyayê di destê hevpeymaniya Partiya Sosyal Demokrat û Keskan de ye. Gerhard Schroder serokwezîr e. Jocshka Fischer jî wezîrê karên derve ye. Jocshka Fischer yek ji ciwanên şoreşger ê nifşa 68’an bû. Fishcherê Şoreşger û Schröderê sosyal demokrat radibin Helmut Hofer bi Kad Darabî re diguherin ango teqes dikin û bê ar û bê fedî di çapemeniyê de vê yekê weke serfiraziyeke bê hempa nîşan didin.

Vaye Schröder ev kes e. Ew serokê partiya ku Dr. Şerefkendî û hevalên wî dawet kirî bû û wî piştî terorbûna Dr.Şerefkendî û hevalên wî rabû kujerê wan bi karsazê xwe re guhert. Yanî şansolyeyê dewletê herî bi hêz ê Ewropayê û wezîrê wan ê derve; Schröder û Fischer bi rejîma Ayetullah re li ser xwîna Kurdan bazirganî kirin.

Kujerê bê wîjdan Kad Darabî piştî ku digihe Îranê weke ku bi tevahiya mirovahiyê henekên xwe bikin, dikin serokê ofîsa mafê mirovan a Îranê.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:53:36
x