Dîl - 2

Bi vê yekê dewleta Avusturyayê hiqûq, ehlaq û tevahiya nirxên mirovahiyê û yên îlahî binpê kirin û stûyê xwe li hember saziya dîlgirtinê ango ya rehînegirtinê xar kir û  dengê xwe li hember kuştina 3 Kurdên ku mêvanên wê bûn dernexist. Bi vî awayî jî vê dewletê nîşaneyeke mezin a şerm û şermezariyê li dû xwe hîşt ku êdî ne pêkan e ev nîşane were jibîrkirin.

Yekta Uzunoğlu

10.02.2019, Paz | 21:40

Dîl - 2
Nêrîn Belav bike


Sala 1979’an bû. Ez û hevalên xwe yên ji tekane saziya mafê mirovan a li Çekoslovakyayê, Charta 77’ê li ser meseleyekê hûr û kûr difikirîn. Mesele jî ew bû ku ka gelo em ê têkevin mala wezîrê derve yê sala 1968’an Prof. Jiří Hájek an na. Ku di sala 1968’an de artêşa Sowyetê Çekoslovakya dagir kiribû û ji wê çaxê ve Prof. Hájek li Pragê, li maleke ku li Zrahradni Městoyê bû hatibû zîndanîkirin. Herwiha Prof. Hájek wê çaxê berdevkê Charta 77’an bû, 24 saetan di bin çavdêriyê de bû û min jî piştî gelek niqaşan çavên xwe reş kiribûn û biryar dabû ku ez bi awayekî neyasayî têkevim mala wî.

Min dê dorvegera parêzvanên mala wezîr Hájek bikira fersend û ez têketima mala wî. Li dor mala wî terembêlên Tatra 613 yên ku ji aliyê polîsên hêzên taybet ve dihatin bikaranîn hîn jî digeriyan. Lê min mirin dabû ber çavên xwe û êdî veger tune bû. Bi carda min xwe di ser hewşa bilind a malê re avêt û ez ketim hundir.

Tewr hewce nekir ku ez li derî jî bidim. Profesor Hájek dizanibû ku ka dê ez di kîjan saetê de werim. Bi ya min ew bi tirsa binçavkirina min li ber pencereyê rûniştibû û li min dinihêrî. Ji ber vê yekê hîn min li derî nedabû wî derî vekir.

Prof. Jiri Hájek di 1967’an de yekem kes bû ku yekemcar xemên bloqên rojavayî û rojhilatî yên dinyaya wê çaxê bike xem kêşeya Kurd xistibû mijara Neteweyên Yekbûyî. Ew dostekî me yê rihşervan bû.

Ew weke saetçêkerekî Swêdî li ser karê xwe gelekî tîtiz û wêrek bû. Piştî ku min silav li hevjîn û kurê wî jî kir wî ez birim odeyeke ku ji wî be nedihat guhdarîkirin. Me her duyan jî dizanî ku dê demildest ez werim dersînorkirin.

Wî gote min ku piştî ez ji Çekoslovakyayê hatim dersînorkirin divê ez xwe bigihînim nivîskarê navdar ê Çekî Pavel Kohout. Birêz Kohout tekane kes bu ku bikare min bigihîne Serokwezîrê Avusturyayê Bruno Kreisky. Profesor Hájek weke mamosteyekî bi sebir giringiya hevnasîna min a digel Kreisky da zanîn û wî di warê doza Kurd de jî dîsa ez hêvîdar kirim. Wî gote min ku piştî ku ez ji Çekoslovakyayê hatim dersînorkirin dê ew xwe bigihîne Paval Kohout û bêje wî ku alîkariya min bike.

Ji bo ku ez xwe bigihînim nîvîskarê bi eslê xwe cihû û Çekoslovakî Pavel Tigrid pêdiviya min bi alîkariya birêz Profesor J. Hajek tune bû. Pavel Tigrid li Parîsê bû û dostê min ê navdar helbestvanê rêzdar Prokop Voskovec jî wir bû. Min dizanî ku bi saya wî û hevjîna wî ya resam Vlasta Voskovcováyê ez ê çawa xwe bigihînim Pavel Tigrid û bi Saya Pavel Tigrid jî xwe çawa bihînim çîna desthilatdar a Frensayê. Herwiha min dikarî bi riya hevalê xwe yê xwendekar ê tipê Gerarde London (kurê yek ji kesayetên giring ê kominternê Arthur London) û diya wî xwe bigihanda tevahiya çepgir û entel û havirdorên siyasî yên Fransa û Îtalyayê. Gava min li Çekoslovakyayê perwerdehiya bijîşkiyê didît min û Qasimloyê gorbihuşt hev nas kiribû û ew ji min re bibû dost û mamoste. Herwiha ew di heman demê de serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û wê partiyê şerê çekdarî li hember Komara Îslamî ya Îranê dabû dest pê kirin.

Piştî maweyeke kurt a seredana Prof. Jiri Hajek bi rastî jî ez di tebaxa 1979’an de ji Çekoslovakyayê hatim dersînorkirin. Hikûmeta Fransayê ji bo 5 salan bûrsa mastirê da min û bi saya vê yekê ez li Fransayê bi cî bûm.

Nizanim ku heqê rê bi çawa dest min ket, lê di mijdara sala 1979’an de bi trêne ez ber bi Viyanayê bi rê ketim û gava ku ez gihiştim Viyanayê ez li pansiyoneke erzan a bê telefon mam. Weke ku Prof. Hájek li min şîret kirî ez çûm navdartirîn şanoya Vîyanayê û min Pavel Kohout li wir dît. Wî digel hevkarên xwe prova dikir. Heta ku navberek dan ez li benda wî mam. Çawa ku navber dan bi lez ez ber bi wî ve çûm û min xwe pê da naskirin. Dû re min jê rica kir ku bi baldarî min guhdar bike. Wî jî guhdar kir. Tevahiya hunermendên şanoger bi min ecêb mabûn. Herwiha ji Pavel Kohout re ji Pragê hatibû ragihandin ku dê doxtorekî Kurd were ba wî û divê ew biçe ba Bruno Kreiskyê ji partiyê û xwe bigihîne serokwezîrê hikûmetê. Lê piştî min xwe bi kelecaneke germegerm a ciwanan dabû ravekirin hingê wî karibû ku vê yekê bêje. Pavel Kohout got ku divê ez ne di ser ofîsa Bruno Kreisky ya li serokwezîrtiyê re, divê di ser ofîsa wî ya Partiya Sosyal Demokrat a Avusturyayê ( SPÖ) re xwe bigihînim Kreisky.

Min pêşniyara wî qebûl kir. Dawiya dawiyê yê ku pisporê têkiliyên dîplomatîk ê Avusturyayê ew bû.

Li Viyanayê ji aliyê tevahiya sazî û kesayetên ku P. Kohout ji min re amade kirî ve bi awayekî ji dil hatim pêşwazîkirin û ezimandin. Mirovên SPK’yî ji pêşve derbarê min de hatibûn agahdarkirin. Ez di mijara axaftina bi Kreisky de bi rijd bûm. Lê di wê gavê de min hay ji temenê xwe dîsa tune bû. Ez li ser navê hêzeke piçûk a Kurd a li dijî Komara Îslamî ya îranê ku ji aliyê hêzên tarî ve dihate piştgirîkirin, li wir bûm. Lê tevahiya deriyan digel temenê min ê piçûk û hêza piçûk a ku min ew temsîl dikirin, li min hatibûn vekirin.

Belkî jî li ber çavên wan ez dînek bûm. Lê dîsa jî ji ti daxwaza min re negotin na. Dixtorekî Kurd û ciwan ê ku li Çekoslovakyaya kominîst a ku endama hevpeymaniya Varşovayê xwendî û bi eslê xwe ji Tirkiyeya ku endamê NATO’yê ye bi referansa berdevkê Charta 77’an Prof. Hájek û rêzdar Pavel Kohout li ser navê partiyeke piçûk a Kurd a ku li dijî Komara Îslamî ya Îranê şer dike, dixwaze bi serokwezîrê navdar ê Avusturyayê re hevdîtinekê çêbike.

Bruno Kreisky yek ji rêzdartirîn endamê Sosyalîst Enternasyonalê bû û têkiliya di navbera SPÖ û PDKI’yê bi vî awayî dest pê kiribû. Herwiha di sosyalîst enternasyonalê de vê pêvajoyê ji bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêşiyê bi statûya “çavdêriyê” dest pê kiribû. Pişt re jî bi statûya “endamtiyê” berdewam kiribû ku yekemcar partiyeke Kurd dibû endamê Sosyalîst Enternasyonalê.

Têkiliya di navbera Avusturyaya Bruno Kreisky û PDKI’yê de û têkiliya di navbera Evdirehman Qasimlo û Bruno Kreisky piştî serokwezîrtiya Kreisky qediya jî berdewam kir.

Di 13’ê tîrmeha 1989’an de Dr. Qasimlo û şandeya wî da ku şert û mercên lihevkirina di navbera Tehran û Kurdan de bi dîplomatên Îranî re biaxivin hatin Viyanayê.

Ev ne yekemîn mizakereya ku li Viyanayê di navbera PDKI’yê û hikûmeta navendî ya Îranê de de dihat kirin bû.

Di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li salona konferansê, piştî ku hevdîtinan dest pê kir dîplomatên Îranî çekên xwe yên otomatîk derxistin û Dr. Qasimlo û tevahiya delegasyona Kurd bi awayekî hovane qetilkirin.

Kujer pêşiyê çûne balyozxaneya Îranê. Ji wir jî bi hemahengî û şekerokiya polîsên Avusturyayî çûne balafirgehê û ji Viyanayê firiyan çûn. Pişt re ew kujerana li saziyên herî dirinde yên Îranê bûne fermanbarên gelek pilebilind.

Wê çaxê dihat gotin ku Îranê li Avusturyayê gef xwariye û gotiye eger ew kujeran bernede dê Îran tevahiya welatiyên Avusturyayî yên li Îranê dîl bigire. Rayedarên Avusturyayî jî qaşo ji ber vê yekê neçar mane ku hiqûqa xwe û ya navnetewî binpê bikin û bihêlin kujer bi şekerokiya polîsên Avusturyayî biçin balafirgeha navborî. Humeynî di warê dîlgirtin û şantajan de bibû qeşmerekî xwedî tecrûbe êdî û dîtibû ku ev rêgez li dinyaya Ewropayê xwedî bandor e. Rejîma îslamîst di 1979’an de yanî qaşo di sala şoreşa îslamîst de tevahiya dîplomatên Emerîkî li pêş çavên dinyayê û bi binpêkirina hiqûqa navnetewî dîlgirtibûn û bi vî awayî tevahiya şert û mercên xwe li bihêztirîn dewleta dinyayê dabûn qebûlkirin.

Bi vê yekê dewleta Avusturyayê hiqûq, ehlaq û tevahiya nirxên mirovahiyê û yên îlahî binpê kirin û stûyê xwe li hember saziya dîlgirtinê ango ya rehînegirtinê xar kir û dengê xwe li hember kuştina 3 Kurdên ku mêvanên wê bûn dernexist. Bi vî awayî jî vê dewletê nîşaneyeke mezin a şerm û şermezariyê li dû xwe hîşt ku êdî ne pêkan e ev nîşane were jibîrkirin.

Rêberekî rûken ê Kurd Dr.Qasımlo

Bi saya seredanên min ên ji bo prof. Hajek û Bruno Kreisky deriyê Avusturyayê li Partiya Demokrat a Kurdistana îranê vebibûn û ev deriyê ku bi hêvî û kelecan min vekirî piştî 10 salan ji bo dost û mamosteyê min ê qedîm Dr. Qasimlo bibû sedema mirinê.

Ev êşa hîn jî weke wê rojê di ciyê herî kûr ê dilê min de ye. Hezar silav li Şehîdê doza Kurd li Dr. Qasimlo...

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:15:53
x